Li gorî agahiyên despêkê , di encama teqîna ku li Minbicê pêk hatî de, bi dehan sivîl şehîd û birîndar bûn.
MİNBÎC- Li gorî agahiyên destpêkê ya teqîna Minbicê ku li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umeraa ya navenda bajarê Minbicê pêk hat, 9 sivîl û endamekî leşkerî şehîd bûne. Her wiha hat diyarkirin ku 4 leşkerên Amerîkayê jî li cihê teqînê bûn. Hat zanîn 2 leşkerên Amerîkî jiyana xwe ji dest dane. Birîndar û lerşerên Amerîkî yên ku jiyana xwe ji dest dane bi Helîkopterê hatin rakirin.