QSD di derheqa herêma ewle de daxuyanî da

QSD; ”Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku tê behskirin em ê amade ne destekê bidin bi şertê ku di bin garantiya  navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriya qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve bigire.”

NAVENDA NÛÇEYAN- Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku tê qalkirin daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Hêzên me, Hêzên Sûriyeya Demokraîtk (QSD) ji destpêka hatiye damezirandin heya dîroka îro, di çarçoveya erka xwe ya li terora Rêxistina DAIŞ û rêxistinên dîtir yên tundraw de bi hevkariya Koalîsyona Navdewletî ya ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê serkêşiya wê dike kedeke mezin dide û serkeftinên mezin bi dest xistin.

Niha û  hertim, mîsyona parstina hemû pêkhateyên herêma Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê tam bi cih tîne. Em teqez dikin ku herêmên me tekane herêm in ku hemû pêkhateyên Sûriyê bi hev re dijîn, xeteriyên me li ser derve an jî dewletên cîranê, bi taybet Tirkiyê tinene. Em hêvî dikin ku pê re bighêjin lihevkirin û çareseriyê ku ewlehiya herêmên li ser sînor pêk bînin.

Wekî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo avakirina herêmeke bi ewle li Bakur û Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku tê behskirin em ê amade ne destekê bidin bi şertê ku di bin garantiya  navdewletî de be ku hemû pêkhate û etnîkên herêmê ji xeteriya qirkirinê bêne parastin û rê li ber destwerdanên derve bigire.”

Nivîsa Pêş