Kesên ku di 11’ê vê mehê de li Parka Azadî ya Silêmaniyê, ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatin binçavkirin hemû hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN-Li Silêmaniyê 11’ê Çile de bi armanca bîranîna şehîdên komkujiya Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez yên ku di 9’ê Çile de hatin qetilkirin, çalakvanên sivîl yên jin, kesayetên siyasî , endam û rêveberên Tevgera Azadî , Bereya Demokrasiya Gel û RJAK’ê li Sekoy Azad a li Parka Azadî kom bûn. Dihat plankirin ku di bîranînê de kurtefilmê ku berxwedana Cansiz vedibêje hatiba nîşandan û xelata îsal ku ji bo bîranîna Cansiz tê dayîn, diyarî Leyla Gûven hatiba kirin. Lê Asayîşa Silêmaniyê êrîşê çalakiyê kir û piraniya wan jin zêdetirî 50 kes hatibûn binçavkirin.
Dinava kesên hatin binçavkirin de rojnamevan jî hebûn, piştî çend rojan di nav de rojnamevan jî gelek kes hatin berdan. Hêjî komek ji welatiyan nehatibû berdan. Duh bi şev hemû endamên rêxistinan û welatiyên ku di destê Asayîşa Silêmaniyê de hatin berdan.