Jeanne D‘arc, şervaneke jin e û Fransizî ye ku di sedsala 15. de, li hemberî êrîşên Îngîlîstanê, gele xwe yê Fransî parastiye.
NAVENDA NÛÇEYAN
Jeanne, bi welatperweriyê xwe ve tê nasîn û keça malbateke gundî ye. Malbata Jeanne, bi karê cotkariyê ve mijûl dibûn. Nekarî dibistinê bixwîne. Temama rojên wê, bi alikariya malbatê û karên malê re derbas dibû. Li gor hişmendiya wê heyamê, dayika wê, ew bi baweriya Katolîzmê mezin kir. Di emrê xwe ya kurt de tiştê ku alikariya wê kir û tiştê ku wê ber bi mirinê bir jî, hişmendiya wê bû. Jeanne, vê riyê ji bo ku baweriya xwe bijî, nehilbijart. Di navbera xwe û Xwedê de têkiliyek danî û di bin parastina nedîtbariyan de xwest ku baweriya xwe bijî. Di vê baweriyê de bû ku, yên hêzên nedîtbaran alikariya wê dikir. Ev, bandora xwe li hemû jiyana wê, tevgerên wê û bergehên wê xist. Ji bo ku Jeanne, alîkarîxwaz bû û başiyê dikir, ji ber vê yekê jî di 12 saliya xwe de wek pîrevok û medyûm dihat binavkirin. Lê belê baweriya wê û welatperweriya wê, ew bir heya hafa Qrala Fransayê û xwesteka wê yê ketina şerê jî dan bilêvkirin. Qral Charles, ji bo ku li hemberî gel xwe wek bawermend nîşan bide, xwesteka Jeanne pêjirand. Li Fransayê, di Vedora Navînê de, ji bo jineke lixwekirina cilên leşkerî qedexe bû, lê Jeanne vî yekî pêk anî û ji bo welatê xwe kete şer. Leşkerên ku di fermandeyê Jeanne de ne, li hemberî Îngîlîstanê destkeftiyan bi dest dixistin. Ev him birêveçûna şerê him jî birêveçûna jina ciwan jî guherand. Jeanne, ji aliyê nokerê Dukê Burgonyayê ve hat girtin û radestî Îngîlîzan kirin. Ev jî pêşiya mirina wê vekir.
Jeanne, ji aliyê Engîzîsyonê ve dihat darizandin û li şaneyê digirtin, bi mehan di bin pirsiyarkirina giran de ma. Serkeftina jineke ciwan a 19 saliyê negengaz didîtin; berevajî vê nedixwestin vê serkeftinê bibînin. Ji ber vê jî digotin Jeanne, pîrevok e. Bi ser de bi îdîayên cilê zilaman li xwe kiriye û ji ber ku bêyî destûra malbatê mal terikandiye jî rûmeta malbatê hincirandiye ve hat sûcdarkirin. Her çiqas xwe parastibe jî nefilitî. Dîsa her çiqas derfeta pevguhertina dîlan heba jî, Qralê Fransayê vî tiştî nekir. Jina piçûk, terkî mirinê kirin. Piştî darizandina giran ya Engîzîsyonê, dixwestin bi zorî bibin qontrola qîzaniyê û bi ramana “ jin e; ji ber wê jî nikare di şer de serkeftinan bi dest bixe“ wek pîrevok hat îlankirin. Jeanneyê, wek rêşaş, dabeşker û efsûnbaz dihate dîtin. Di 29’ê Gulanê de, Couchon û keşeyên din, ji bo ku Jeanneyê darizînin kom bûn. Bîryar hat dayîn û di 30‘ê Gulana 1431‘an de Jeanne hat şewitandin. Bi vî awayî, ji aliyê hişmendiya zilamiyê ve, tunekirina vîna jinan dîsa hat xwestin. Jeanneyê ku bi şewitandinê jiyana wê bi dawî bû, di dîrokê de bi welatperweriyê xwe, bi bawermendiya xwe ve û wek jineke ciwan a ku ji bo gelê xwe şerkirî cihê xwe girt. Ji bo gelê xwe bûye sembolek. 490 sal piştî mirina wê, ew wek “ cindê “ hat îlankirin. Êdî navê wê, “ Cindiya Parêzvanê ya Fransayê “ ye.