Meclîsên Ciwanan a Amed û Edene’yê ji bo piştgiriya Hevseroka DTK Leyla Guven derketin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Meclîsên Ciwanan a Amed û Edene li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya Hevseroka DTK Leyla Guven a ku 71 roje di çalakiya greva birçîbûnê de ye çalakiya protesto û nivîsê li dar xistin. Ciwanên ku li taxa 5 Nîsan a navçeya Amed Rezan’ê derketin kolanan dirûşmên ”Bijî Berxwedana Zindanan” û ”Leyla Guven Rumeta me ye” berz kirin û meşek li dar xistin. Di esnaya meşa protesto de gelê Kurd ê Amed’ê ji ciwanan re piştgirî da.
Her wiha Ciwanên Edene yê ku derketin kolanan jî ji bo piştgiriya Leyla Guven çalakiya nivîsandinjê li dar xistin. Di çalakiyê de nivîsa ”Deng Bidin Zindanan” û ”Leyla Guven Mafdar e” derket pêş.