Agahiyên ku hatine navenda ajansê me gelek ciwan derbasî amadekariya çalakiyên 19-20 Çile’yê dikin. Hate ragihandin ku çalakiyên ku were kirin di 7 navendên bajarên mezin were kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera ku ciwanên Kurd ên Ewropa û Ciwanên Şoreşger ên Enternasyonal Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad bi daxuyaniyekê hevpar duh banga tevlîbûna çalakiyên 19 û 20 Çîle yê kiribûn. Çalakiyên ku bi hedefa milyonan Ciwan derkeve qadan ji bo armanca piştgiriya çalakiyên greva birçîbûnê ya ku Leyla Guven pêşengtî dike were kirin.
Agahiyên ku hatine navenda ajansê me gelek ciwan derbasî amadekariya çalakiyên 19-20 Çile’yê dikin. Hate ragihandin ku çalakiyên ku were kirin di 7 navendên bajarên mezin were kirin.
Çalakiyên ku bi şiyara ”Lİ Dijî Tecrîdê Serî Hilde” di 19 û 20 Çileyê de were kirin cih û demê wan wiha ne:
19 Çile
Çalakiya Navendî yê Bakurê Almanya: Seat 14:00, U-Bahn Hermannplatz, BERLİN
Çalakiya Navendî yê Almanya’ya Navend (NRW) : Seat 15:00, ESSEN Hauptbahnhof
Çalakiya Navendî yê Başurê Almanya: Seat 14:30, Lautenschlagerstrasse, STUTTGART
Çalakiya Navendî yê Swîsre: Seat 18:00, Helvetiaplatz, ZÜRİH
20 Çile
Çalakiya Navendî yê Bakurê Fransa: Seat 13:00, Qada Republique, PARİS
BORDEAUX: Seat 14:00, Place de la Bourse
MARSILYA: Seat 14:00, Qada Canebière
Her wiha ne tenê di van navendan de wê di gelek cihên Ewropa çalakî werin li dar xistin.