Kooordînasyona DGH û DGK-H’’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêkhatine eşkere kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Kooordînasyona DGH û DGK-H’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên xwe yên li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan pêkhatine eşkere kirin. Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Bakurê Kurdistanê (DGH) got ku; ” Ji aliyê yekineyên me Tolhildana Şehîd Garzan ve li dijî tecrîda giran li ser Rêber Apo were şikandin li Amed’ê çalaki hate li dar xistin. Di çalakiyên pêkhatî de wesayetekî neyar bi bombeye deng hatiye xistin û di taxan de û lîseyan de çalakiyên nivîsandinê hatiye li dar xistin.”
Berfirehiya Çalakiyên pêkhatine wiha ye:
”Di 13 Çileyê de li taxa Şeyhşamîl ê Rezan’ê li dijî wesayîta neyar çalakiya bi bombeya deng hatiye li darxistin. Di vê çalakiyê de wesayita neyar derb xwariye û yekineyên me bi ewle vegeriyane cihê xwe.
Di 9 Çileyê de di taxa Fatîh û Korhat’ê çalakiyên nivîsandinê pêk hatiye.
Di 10’ê Çileyê de di Lîseyan de yekîneyên me Çalakiyên nivîsandinê li dar xistin e.
Pêngavê me ya ‘’Tecrîdê bişkîne, faşîzmê biruxîne Kurdîstanê azad bike’’ bi belavbûna her qadê ve berdewam dike. Em ji bo vê pêngava bi hêz bikin û ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bişkînin di tevahî qadan de çalakiyên xwe mezintir dikin.Heya dîwarên Îmralî were parçe kirin û heya Rêber Apo bikaribe bigihêje şertên azad jiyan kirin û xebat kirine em ê çalakiyên xwe re berdewam bikin. Hevdîtina ku 12 Çileyê de hatiye kirin nayê wê wateya ku tecrîd şikiyaye. Em tu carî li dijî leyîstokên neyar re bawer nekirin bawer jî nakin. Heya ev agira berxwedanê berdewam bike em ê her derê bi çalakiyên xwe wergerînin qada Serhildanê.”