Kesên ku di operasyona qaşo li dijî “Heyet Tahrir Şam”a (HTŞ)’ê pêkhatîde hatin bbinçavkirin 13 kes hatin berdan.
NAVENDA NÛÇEYAN-Kesên ku di operasyona qaşo li dijî “Heyet Tahrir Şam”a (HTŞ)’ê pêkhatîde hatin bbinçavkirin 13 kes hatin berdan.
3 roj berê bi nûçeya Ajansa Anadoluyê (AA) di derheqa ku li dijî HTŞ’ê yê ku bi girêdayina xwe ya El-Qaîde ve tê zanîn de bû hatibû ragihandin . Hatibû gotin ku 13 endamên HTŞ’ê li Edene hate binçavkirin. Di operasyona ku serê sibê hate kirin ketibû ajansa ya serdestiya AKP, lê demek şunde wekî ku ev nûçe qet ne ketiye weşandin ji Ajansa Anadoluyê hatibû rakirin.
Îro jî derket holê ku çima Ajansa Anadolu ev nûçe rakiriye û têkiliya HTŞ-AKP û AA derket holê. Tê zanîn Erdogan her çiqas bi zora ABD û Rusya yê HTŞ’ê ya ku girêdayê El Nusra ya El-Qaîde ye, ji komên terorîst îlan kiribe jî bi vekirî tu mudaxala wî ji HTŞ’ê re ne bibû.
Ajansa Anadoluyê ku di nûçeya xwe de gotibû ev kesên ku hatine binçavkirin endamên HTŞ’ê ne û ji HTŞ’ê re alîkariya lojîstîk dikin, pere û terorîst dişînin derket holê ku ev operasyon leyîstokekiye û AA jî bi mudaxaleya Erdogan ev nûçe rakiriye. Ji ber ku îro ket ajansan ku ev kesên ku wek endamên HTŞ’ê dihat pênasekirin hatine berdan.