Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di derheqa çalakiyên xwe yê 15 û 16’ê Çileyê de agahiyên berfireh parve kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) di derheqa çalakiyên xwe yê 15 û 16’ê Çileyê de agahiyên berfireh parve kirin. HRE di daxuyaniya xwe de got ku; ”Şervanên me çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wî li Efrîn’ê û derdora wê didomînin. Di vê çarçoveyê de di dîroka 15 û 16 Çileyê de li navenda Efrîn’ê navçeyên Şerawa û Şera de li dijî dagirkeran 3 çalakiyên bi bandor li dar xistin, 5 çete hatin kuştin.”
Di derheqa çalakiyan de daxuyaniy berfireh wiha ne:
”Di dîroka 15’ê Çileyê de şervanên me li taxa Mehmudiye’yê navenda Efrîn’ê li dijî seyareyekê leşkeri girêdayî koma çete ya Firqet el Hemze çalakiyeke sabotajê li darxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hat kuştin û 3 çete jî birîndar bûn.
Di Dîroka 15’ê Çileyê de şervanên me li ser rêya gundê Basufanê ya girêdayî navçeya Şêrawa li dijî seyareke leşkeri ku hejmarekî çeteyên girêdayî komên Firqet el Hemze û Firqa 23 têde bûn, çalakiyeke sabotajê lidar xistin. Di encamaçalakiyê de 3 çete hatin kuştin. Navê çeteyekî hate kuştin Ehmed Raxîp Çelo ye.
Di dîroka 16’ê Çileyê de şervanên me li gundê Malikiyê ya navçeya Şera li dijî çeteyekî yê girêdayê koma Cebhet El- Şamiyê de çalakiya sekvanî lidar xist. Di encama çalakiyê de çete hate kuştin.”