Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta tirk û berxwedaniya çalakiya Leyla Guen daxuyniyeke da
RAQQA – Yekîtiya Jinên Ciwan li dijî êrîşên dewleta tirk û berxwedaniya çalakiya Leyla Guen daxuyniyeke da. Daxuyanî ji aliyê rêverberiya jinên ciwan a Reqayê ve hate xwendin Menal el dewîb.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
Bi navê jinên ciwan ên Reqayê tekoşîn û berxwedana Leyla Guven silav dikin di zindanê de berxwe dide.
Em weke Jinên ciwan Leyla Guven mîna pêşengekê ji xwe re dibînin û tekoşîna wê ya 72 rojan pîroz dikin.
Em ji dewlata faşîst û terorîst re dibêjin ne bû û ne dibe cihê zindankirina azadî û vîna me em soz didin bi yek nav û yek dengî emê bibin hêza yekem ya ku li hemberî destdirêjî û terorîstên we û pilansaziyên we yên qirêj têk biçin.
Qêrînên azadiyê ên ku me temsîl dike, herdem emê li ser xeta Leyla Guven bin û berxwe bidin heta em bighêjin azadiya Rêberê mirovahiyê Rêber Abdullah Ocalan.