Yekîtiya Jinên Ciwan ên navçeya Tirbespiyê êrîşên dewlata Tirk li ser herêma bakûr û rojhilatê sûryê şermezar kirin û tekez kirin ku ewê li hemberî êrîşan parastina axa xwe ji dijminan bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN– Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan daxuyaniyeke dan. Daxuyanî ji aliyê endama Jinên Ciwan Beyan El Casim ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku; “Li hemberî gefên dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Bakûr û Rojhilatê Suryayê û tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan şermezar dikin, çi ji me were xwestin ji bo parastina axa xwe em amadene.”
Her wiha Yekîtiya Jinên Ciwan teqez kir ku; “Em ê tekoşîna xwe berdewam bikin, bi hemû pêkhateyên herêmê ji bo azadîxweziya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û bi destxistina jiyaneke azad bi Rêberê Gelan re em ê bi yek dengî bang bikin ‘Serî Hildin li dijî dagirkeriya dewleta Tirk’, em wek jinên ciwan bi riya vekirina perwerdên bîrdozîk ji bo her ciwanek bi fikir û felsefa Rêberê Gelan Abdullah Ocalan mezin bibê tekoşîna xwe xurtir bikin.”
Di dawiya daxuyaniya xwe de diyarkirin ku; “Bi saya fikir û felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku jin azad kiriye û gelên bindest ji desthilatdariyê azad kiriye berxwedana xwe mezintir bikin mîna jina ku meşeleya azadiyê bi dest xistiye emê azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan jî bi dest bixin.”