NAVENDA NÛÇEYAN- Rastiya gelekî ku di Kurdistanê de ji ber şerê navxweyî bikeve rewşa pênabertiyê. Efrin bajarekî berxwêder ku mirov bi xwezayê re dike yek, cihê ku mirov nikare bifikre ku ji xwezayê cuda bijî.
Efrîn bajarekî ku dikeve Rojavayê Kurdistanê, bi darên xwe yê zeytûnan, rubaran û bi çiyayên xwe yên Kurmenç derdikeve pêş, dîrokî, çandî û dewlemendiyên xwezayî tê naskirin ji parçeyekî bihûştê ku tê de gelên Kurd, Ereb, Çerkez, Êzîdî, Suryan ûTurkmen tê de dijîn e.
Her wiha li Efrîn navçeyên Cindires, Bilbil, Raco, Mabeta, Şera, Şerawa, Şiye, 7 bajarok û366 gund heye.
20’ê Çileyê ji bo Efrîn’ê rojekî tolhildanê ye
Di roja 20`ê Çileya sala 2018`an de, saet derdora 16.30’an bi 72 balafirên şer êrîş li dijî Efrînê dest pê kir. Li dijî êrîşê gelê herêmê û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) berxwedaneke bêhempa nîşan da.
Di destpêka êrîşa asmanî de li dijî gelê herêmê komkujî pêk anîn. Roja yekemîn a êrîşê komkujiyek li gundê Cilbirê yê navçeya Şêrawa çêbû û di encamê de 9 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 12 kes jî birîndar bûn.
Komkujî her roj diçû zêde dibû
Li navçeya Mabata jî roja 26`ê Çileyê komkujî pêk hat û 7 kesan ji heman malbatê jiyana xwe ji dest da.
Li dijî gundê Gobelê yê navçeya Şêrawa êrîşa asmanî pêk hat û di encamê de 18 sivîlan jiyana xwe ji dest da, 7 birîndar bûn, 4 ji wan ji heman malbatê bûn. Li gundê Şikata yê navçeya Şiyê jî di komkujiyê de 5 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
Sibeha 26`ê çileyê balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê li dijî gundê Yalanqor ê navçeya Cindirêsê êrîşek pêk anî, di encamê de 5 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Di êrîşa li dijî navenda navçeya Cindirêsê de jî 13 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Di êrîşên li dijî navenda bajarê Efrînê de 7 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 17 kes jî birîndar bûn, her wiha li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê jî di encama bombebaranê de 20 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Roja 16`ê Çileyê li dijî Nexweşxaneya Avrîn jî êrîşek pêk hat, di êrîşê de 16 welatî, di nav de zarok jî hebûn, jiyana xwe ji dest da.257 welatiyên sivîl, ji wan 45 zarok û 36 jin, şehîd bûn. 742 kes, jê 113 zarok û 113 jin, birîndar bûn.
Mizgeft û Goristan Hate Bombankirin
Li navenda herêmên Cindirês û Racoyê navendên Heyva Sor a Kurdistanê bombebaran kirin. Li navenda Cindirêsê êrîş birin ser mizgefta Selaheddînê Eyyûbî ku di sala 1961`an de hatiye avakirin, her wiha êrîş birin ser mizgefta gundê Çilmê yê Cindirêsê ku di sala 1958`an de hatiye avakirin.
Ji destpêka êrîşan heta roja 1`ê Sibatê nêzî 30 hezar pez û dewarên welatiyên Efrînê hatin telefkirin û 8 hezar hektar erdê çandiyê û 5 çewlikên mirîşkan jî ji ber bombebaranê hatin xerabkirin. Her wiha Goristana Şehîd Seydo ya li bajarokê Kefersefra yê Cindirêsê hate bombebarankirin.
Bi rêbazên DAÎŞ’ê cihên dîrokî hate hilweşandin
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 68 dibistan jî rûxandin û bi dehan xwendekar şehîd û birîndar bûn.Ji bo tunekirina dîroka Efrînê şûnwarên dîrokî hatin talankirin û hilweşandin.
Artêşa Tirkiyê ya dagirker û çeteyên wê roja 28`ê Çileya 2018`an şûnwarên dîrokî yên Êndara li navçeya Şêrawa bomberan kirin, dîroka van şûnwaran digihîje 10 hezar salan. Dîsa şûnwarên Nebî Hûrî bûn armancên dagirker û çeteyan û ev dever jî hatin rûxandin.
Dijminên gelan her wiha êrîşî cihên olî kir; dêr, mizgeft û mezar hatin hilweşandin, ji wan 3 cihên ku di lîsteya UNESCO`yê de ne hatin hilweşandin. Her wiha bi dehan mizgeft, mezarên êzidî û elewiyan û dêrên xiristiyanan jî hatin hilweşandin.
Li dijî dagirkeriyê berxwedana gel ya bêhempa!
Gelên Efrînê ji çek û balafirên dagirkeran û çeteyan netirsiyan, li dijî êrîşan berxwedaneke bêhempa meşandin, şer kirin şerê gel ê şoreşgerî, gelek welatiyên Efrînê piştî ku gundên wan hatin dagirkirin jî ji gundên xwe derneketin, tevî hemû metirsiyan jî li gundên xwe man û çek, xwarin û vexwarin digihandin şervanên YPG û YPJ`ê yên di çeperan de. Gel bi hev re li ber xwe dida.
Piştî ragihandina seferberiya li dijî dagirkeriyê, bi sed hezaran gelê bakurê Sûriyê berê xwe da kantona Efrînê û li kêleka berxwedana gel cih girt, tevî ku navenda herêma Cindirêsê dihate bombebarankirin jî lê dîsa gel berê xwe da wir û êrîşa dagirkeran û bêdengiya cîhanê şermezar kirin.
Her wiha bi sedan welatiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî berê xwe da Efrînê, ji başûrê Kurdistanê jî şandeyek hate Efrînê, her wiha nûnerên gelek rêxistin û saziyên siyasî, civakî û olî yên başûrê Kurdistanê xwe gihandin Efrînê.
Sembolên berxwedana Efrînê; Avesta Xabur, Barîn Kobanî, Îlan Kobanî
Di pêvajoya berxwedana Efrînê de gelek nimûneyên berxwedanê derketin ku bûne sembolên Berxwedana Serdemê. Li gelek çeper û girên herêmê şerên dijwar rû dan û destanên lehengiyê hatin nivîsanndin. Artêşa Tirk a dagirker ji bo ku bikare hin girên herêmê dagir bike, bi dehan êrîşên asmanî pêk anîn, mîna girên Qestelcindo, Şêxhûrzê, Heman û Kevirê Ker.
Dema ku hêzên dagirker hewl dida li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê pêşde biçe, şervana Yekîneyên Dijterorê Avesta Xabûr berê xwe da tankên dijmin, bi lehengî êrîş kir û xwe bi tankê ve teqand, tank rûxand û yên tê de jî hatin kuştin.
Şervana YPJ`ê Barîn Kobanê ji çepera xwe ya li gundê Qurnê derneket, li ber xwe da, heta guleya dawîn jî şerê dagirkeran kir û di çeperên şer de şehîd bû û ji bo berxwedêran bû kaniya moral û berxwedanê.
Îlan Kobanê jî karîbû 22 hevalên xwe ji çembera çeteyan rizgar bike, şervan Îlan li herêma Cindirêsê xwe di nav komeke çeteyan de teqand û gelek ji wan kuştin.
Fermandarê YPG`ê Karker Êrîş piştî dagirkeriyê jî ji Efrînê derneket, bi çeka xwe li dijî dagirkeran şer kir û roja 18`ê Adarê di êrîşa asmanî de şehîd bû
di pêvajoya ku Rojhilata Navîn bûye navenda krîzê, navenda şer jî bûye Sûriye û her dewlet li gorî berjewendiyên xwe nêz bûne û ji her derê krîz hatiye kûrkirin.”Efrîn bû qurbanê siyaseta tunekirin, komkujî û qirkirinê.”
‘Di encama tifaqê de Efrîn hat dagirkirin’
tifaqên hatine kirin û got di encama tifaqan de Efrîn hatiye dagirkirin û hat plankirin ku li Îdlîbê şer bê sekinandin û hemû çete li Efrînê bên bicihkirin û ev plan jî yek bi yek pêk hat. dewleta Tirk jî kengî krîza navxweyî bijî êrîşê destkeftiyên Kurdan dikin û me di mînaka Efrînê de jî ev aşkera dît.
Bêdengiya navneteweyî her tişt nîşan da
“Bêdengiya navneteweyî hevkariya planê zelal nîşan da. Efrîn li ber çavê hemû kesî hat dagirkirin. Vê bêdengiyê nîşan da ku ev plan di navbera dewletan de pêk hatiye. Kesî negot li Efrînê mirov hene. Lê dema dor hat Îdlîbê her kes ket tevgerê gotin şer sûcê mirovahiyê ye lê em dipirsin kesên li Efrînê tên jiyîn ne mirov bûn. Bi yekbûna hemû dewletan re Efrîn hat dagirkirin.”
‘Divê hemû kes rola xwe pêk bîne’
Divê gelê Kurd dev ji Efrînê bernede. Li her cihî nebe koçber. Yanî divê li her cihê ku bicih bike ne ji bo mayîna temamî bicih bibe. Niha ji Efrînê qut bûne lê li cihê lê ne divê xwe weke parçeyek a wî cihî bîbînin. Divê vegera ji bo Efrînê bifikirin. Divê beşdarî xebatên ji bo rizgarkirina Efrînê bibin. Hemû Efrînî ji bo rizgarkirina Efrînê di nava xebatan de bin. Kî weke gerîla kî jî, weke berxwedêrekî sivîl û kî jî di nava xebatên rizgarkrina Efrînê de cih bigre. Hemû kes divê ji bo rizgarkirina Efrînê rol bigre û bi rola xwe rabe. Dema ku zarokên xwe mezin dikin divê bi rizgarkirina Efrînê re mezin bikin. Divê bêjin welatê me warê me Efrîn e, divê em Efrînê rizgar bikin, dev jê bernedin.