Ciwanên Wan’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê rêzeçalakiyek li darxistin.
WAN-Ciwanên Wan’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya çalakvanên greva birçîbûnê rêzeçalakiyek li darxistin. Ciwanan di derheqa çalakiyan de daxuyaniyek ragihandin.
Daxuyanî wiha ye:
”Bi hin çalakiyên bi dirûşma ”Tecrîdê Bişkine, Faşîzmê Hilweşîne” ve gelek çalakî ji aliyê me ve hate li darxistin.. Gelê Kurdê ku li hember êrîşên faşîzma AKP-MHPê berxwedanê ji xwe re rêya herî pêwîst dibîne îro li hember vê faşîzmê berxwe dide û bi vê berxwedanê israr dike. Dewleta dagirker a Tirk jî dike ku bi xeta sor a Gelê Kurd, Rêber Apo ve kurdan terbiye bike. Li hember vê jî Ciwanên Kurdistanî bi awayekî zelal tevdigere û hember bloka faşîst bi biryar berxwedide û hemû ciwanan vedixwîne berxwedanê. Ji bo ku balê bikişîne ser vê jî hema hema her roj li Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyan pêk tîne û bi van çalakiyan jî xuya ye ku encamek derketiye holê. Bi vê hincetê ve jî ji bo ku bal bê kişandina him tecrîda li ser Rêber Apo him jî berxwedanên di girtîgehan ji îro û pê ve bi çalakiyên hê bi bandor û bi girseyî dê berdewam bikin.
Çalakiyên ku hatine kirin: 13’ê Çileyê li gelek taxên Wanê ji bo bal kişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedanên li zindanan hin rêzeçalakî pêk hatin. Ev çalakiyan; xwepêşanên fîşekên hewayî û ji bo baldariya li ser berxwedana Leyla Guvenê pankart hate vekirin. Ji xêncî van jî li gelek kolan û papûrên bajêr de dirûşmên Bijî Serok Apo, Bijî Berxwedana Zindanan hate qîrîn.”