Li bajarê Almanya Mönchengladbachê, bi pêşengiya ciwanan, ji bo ku helwesta dewleta Tirk a faşîst were protestokirin çalakiyek hat lidarxistin.
ALMANYA- Li bajarê Almanya Mönchengladbachê, bi pêşengiya ciwanan, ji bo ku helwesta dewleta Tirk a faşîst were protestokirin çalakiyek hat lidarxistin. Çalakvan bal kişand li ser çalakiyên grêvên birçîbûyînê û got; “ Li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan a ku ev ji du sala zêdetir didome, di serî de Leyla Guven û piştre jî li zindanan, li Strasbourg û Hewlêrê ji 300ê zêdetir hevalên me ketine greva birçîbûyîna bêdem û bêdorveger.“
Di berdewamiya çalakiyê de ciwan, rewşa Leyla Guven û helwesta dewleta Tirk a faşîst anîn ziman û gotin; “Rewşa hevalên me yên ku ketine greva birçîbûyîna bêdem û bêdorveger, her ku diçe girantir dibe. Hevseroka KCDê û Parlemantera HDPê Leyla Guven, di roja 71. de ye. Êdî di asta xeternak de ye. Em wek Jinên Ciwanên Azad û Komuna Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Mönchengladbachê, di îro seat 17.00‘an de hatin cem hev û vê helwesta faşîst protesto kirin. Em vê helwestê qebûl nakin û ji ber vê jî her û her li qadan wê bibin“.