Çeteyê ku Minbîc’ê hate kuştin herî zêde çûye Tirkiye

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê dane çeteyekî dema hewl da mayînekê li ser rêya Mazerlî bi cih bike ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û mayîn hate bê bandokirin.

MINBIC- Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji Meclisa Leşkerî ya Minbicê dane çeteyekî dema hewl da mayînekê li ser rêya Mazerlî bi cih bike, ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi kamîreyên çavdêriyê hate kontrolkirin.

Heman çavkaniyan diyar kirin ku çeteyê mayîn bicih kiribû, dema hewl da bireve ji aliyê Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve hate kuştin û mayîn hate bê bandokirin.

Duh, ji bajarê Minbicê çeteyekî DAIŞ‘ê ku bombe li xwe pêçandibû xwe teqandin, di encamê hejmarek sivîl û leşker jiyana xwe ji dest dan.

Pasaportê ku ji ser çete derket hate zanîn ku çeteyên dewleta Tirk herî zêde çûye Tirkiyeye. Ev bi belgeyan jî tê dîtin.

Nivîsa Pêş