Li Îzmîr di serdegirtinên malan de di nav de dayika Aşitiyê Behiye Yalçın heye 8 kes destgîrkirin.
ÎZMÎR- Li Îzmîr di serdegirtinên malan de di nav de dayika Aşitiyê Behiye Yalçın heye 8 kes destgîrkirin.
Di gelek navçeyên Îzmîr’ê polêsên dagirker avêtin li ser malên welatiyan bi dehan kes xistin binçavan. Kesên ku hatin binçavkirin piraniya wan endam û rêvebirin HDP’ê ne.
Kesên ku hatine binçavkirin ê ku navê wan hate fêrbûn Cemîle Aydin, Mehmet Demîr, Fatma Yetîm, Hayat Îzgî, Dûnyamali Arinç, Sabrî Adibelî, Zarife Karasungur û dayika aşitiyê Behiye Yalçin.
Her wiha Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.