Şêniyên Efrînê cenazeyê ciwanekî ku beriya 3 rojan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a agirker ve hatiye qetilkirin, dît. Her wiha çarenûsa ciwanekî din ê ji gundê Hîkce ku ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hat revandin, ne diyar e.
EFRÎN-Rojane kiryar û hovîtiya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kuştin, talankirin û revandina li dijî şêniyên Efrînê, zêde dibe. Ev yek jî berovajî îdiayên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ên avakirina “herêma ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Çavkaniyeke herêmî ji bajarê Efrînê diyar kir ku welatiyê bi navê Egîd Mihemd Şêx Hesen (24) ji gundê Efraz ê navçeya Mabata hat revandin. Piştî 3 rojan kuştî hat dîtin. Egîd zewicî ye û 2 zarokên wî hene.
Çavkanî destnîşan kir ku şêniyên gundê Afraz cenazeyê Egîd Hesen bi awayekî tazî di nava zeviyên zeytûnan de dît û li ser laşê wî şopên îşkenceyê hebûn.
Çavkanî diyar kir ku Egîd ji beriya 3 rojan ji aliyê çeteyên Tirkiyê ve hatibû revandin. Şêniyên Efrînê cenazeyê Egîd bi awayek tazî di nava zeviyên zeytûnan de dît.
Her wiha çavkaniyekî ji ajansa me re ragihand ku ciwanê bi navê Ehmed Şêx Xelîl ê ji gundê Hîkce yê navçeya Şiyê beriya çend rojan hatiye revandin û heta niha tu gahî li ser wî nehatine girtin.
Guhertina demografîk didome
Bicihkirina çeteyên dewleta Tirk û malbatên wan ên ji herêmên din ên Sûriyê li gundewarên kantona Efrînê didome. Çeteyan 50 malên sivîlên gundê Tilif ê navçeya Cindirêsê girtin û malbatên çeteyên El-Xûta û herêmên din, di wan malan de bi cih kirin.
Her wiha 174 malbatên ku ji herêmên Sûriyê hatine, li gundê Qermitliq ê navçeya Şiyê hatin bicihkirin. Her wiha çeteyan zeviyên zeytûnan ên 11 malbatan talan kirin û hemû berhemên zeytûnên wan dizîn (nêzî 7 hezar darên zeytûnan).
Li gundê Kefer Sefra yê navçeya Cindirêsê 150 malbat ji herêmên din ên Sûriyê li wî gundî hatin bicihkirin.
Dewleta Tirk a dagirker 40 malbatên koçber li gundê Demliya yê navçeya Mabata bi cih kirin. Her wiha piştî ku gund dagir kirin, malên Cemîl Bekir Mûsa, Şêxo Îbrahîm, Îsmaîl Îbrahîm Cemîl û Îsmaîl Şêxo şewitandin.
Çeteyên El-Zinkî piştî ku têk çûn, malên welatiyan talan dikin
Piştî ku çeteyên El-Zinkî di encama şerê bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) re li gundewarên rojavayê Helebê û Idlibê û herî dawî jî li Efrînê têk çûn, niha jî malên welatiyan talan dikin. Çeteyan bi ser gundê Kîla yê navçeya Racoyê de girt û malên welatiyên sivîl talan kirin. Çete gefên kuştinê li welatiyan dixwin, dibêjin “eger hûn ji malên xwe dernekevin, em ê we bikujin”. Ji bo ku çete xwe li malên gel veşêrin wan ji malên wan derdixin.
Sivîlên ku beriya 10 mehan hatin revandin, bê ser û şûn in
Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, bi hezaran sivîl hatin revandin. Heta niha jî revandin û kuştin didome. Ji Adara 2018`an ve gelek welatiyên ku hatine revandin çarenûsa wan heta roja îro jî ne diyar e.
Li gorî çavkaniyan û malbatên kesên ku hatine revandin, kesên hatin revandin ev in: Ciwan Yûsif, Îbiş Hebeş Kele, Xelîl Hesen Hesen, Ewîl Abdullrehman Bebo, Welat Hesen Teşî û Mihemed Zekeriya Tatar ji gundê Ereb yê navçeya Mabata ne, her wiha Mihemed Kalo û Derwîş Derwîş ji gundê Kefer Zêt yê girêdayî navenda bajarê Efrînê ne. Ev zêdetirî 3 mehan e hatine revandin û her çendî malbatên wan pirsa wan dikin jî heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çarenûsa herêmên din ên Sûriyê mîna Cerablus, Bab, Efrîn û Idlibê bike da ku hemû herêmên Sûriyê ji nasname û niştecihên resen bê par bimînin.