Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çeteyên Ehrar El Şam û leşkerên Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê çalakiyek lidar xistin û di encamê de 5 çete û 2 jî leşkerên Tirk bi giranî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrînê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya Hêzên Rizgariya Efrînê wihaye:
“Çalakiyê bibandor ên şervanên me ku li Efrînê û derdora wê li dijî leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker li dar dixin zêde dibin. Di vê çarçoveyê de:
Di diroka 17 Çile yê de şervanên me navçeya Cindirêsê ya Efrîn li dijî berageheke koma çete ya bi navê Ehrar El Şam û leşkerên Tirk di tê de bûn, çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çeteyên koma Ehrar El Şam û 2 leşkerên Tirk a dagirker bi giranî birîndar bûn.”