Îro serê sibê li bajarê Almanya Hannover’ê di Zaningeha Hannover’ê aktîvîstên JXK ji bo bal bikşînin li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek hate li dar xistin.
ALMANYA- Îro serê sibê li bajarê Almanya Hannover’ê di Zaningeha Hannover’ê aktîvîstên JXK ji bo bal bikşînin li ser çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek hate li dar xistin. Xwendekarên Jinên Ciwan bi panqarteke kul i ser de ‘’Kurd di greva birçîbûnê de ye’’ û sureta Leyla Guven heye ketin wanegehê û di derheqa çalakiyan de ahagî dan xwendekaran.
Jinên ciwan bal kişandin li ser tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê yê Leyla Guven a ku 72 rojan de ye. Her wiha jinên ciwan bêdengiya Ewrûpa rexne kirin û bêhestiyarbûnan vegotin. Dema jinên Ciwan çalakiyê xwe dawî kirin xwendekaran bi çepikan piştgirî dan çalakvanan.