Li Îzmîr îro serê sibê di serdegirtinên malan de di nav de dayika Aşitiyê Behiye Yalçın a 60 salî jî heye 15 kes destgîrkirin.
ÎZMÎR- Li Îzmîr îro serê sibê di serdegirtinên malan de di nav de dayika Aşitiyê Behiye Yalçın a 60 salî jî heye 15 kes destgîrkirin.
Di gelek navçeyên Îzmîr’ê polêsên dagirker avêtin li ser malên welatiyan bi dehan kes xistin binçavan. Kesên ku hatin binçavkirin piraniya wan endam û rêvebirin HDP’ê ne. Her wiha dayikên aşitîyên Cemîle Aydin (67), Hayat îzgî (48) û Behiye Yalçın a 60 salî jî heye.
Navên din ên ku hatine binçabkirin wiha ne: Zarîfe Karasungur, Sabrî Adibellî, Fatma Yetîm, Mahmut Demîr, Ezgî Yagci, Dûnyamalî Anîç, Sebahattîn Işik, Kerem Ay, Nerîman Ay, Tûrkan Poyraz, Îbrahîm Kortak.
Her wiha Berdevkê Hewldana 78’an Celalettîn Can li Stenbol’ê, di serdegirtina malê de hat binçavkirin.