Çalakiya greva birçîbûnê ya penaberên kampa Mexmûrê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di roja 34’an de bi koma 12 ’emîn dewam dike. Çalakger diyar kirin ku heya tecrîda li ser Ocalan neşike, wê çalakiyên wan jî bidomin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Greva birçîbûnê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî Mexmûrê di roja 34’an de dewam dike. Çalakiya greva birçîbûnê ji aliyê koma 12’an ku ji ciwanên Mexmûrê pêktê, hate dewir girtin. Beriya merasîma dewir girtinê, deqîqeyek rêzgirtin ji tevahî şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê re hate girtin.
Li ser navê koma 11emîn ya çalakgerên greva birçîbûnê berdevkê komê Elî Ozgûn axivî û hemû çalakgerên greva birçîbûnê silav kir. Elî Ozgûn dazanîn ku heya tecrîd bi temamî neyê şikandin ewê çalakiyên xwe bidomînin û her wiha serkeftinê ji koma 12emîn ku çalakiyê dewir girt re jî xwest.
Di merasîma dewirgirtina çalakiyê de dirûşmên, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin gotin.