Ciwanên Partiya Çep a Kurd li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a di 20 çileya 2018’an de dewlata dagirker ya Tirk bi hemû hêza xwe û çeteyên xwe êrîşî bajarê Efrînê kirin daxuyaniyek dan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Ciwanên Partiya Çep a Kurd li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a di 20 çileya 2018’an de dewleta dagirker ya Tirk bi hemû hêza xwe û çeteyên xwe êrîşî bajarê Efrînê kirin daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê hate gotin ku; ”Em bangawazî hemû Ciwanên Kurd dikin ku xwedî li vê rojê û li xwîna Şehîdan derkevin, her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
Di 20 çileya 2018’an de dewlata dagirker ya Tirk bi hemû hêza xwe û çeteyên xwe êrîşî bajarê Efrînê kirin , di vê êrîşê de dewleta Tirk ne tenê bajarê Efrînê ji xwe re armanc girt, belê tevahî Rojavayê Kurdistanê û gelê azadîxwaz û îradeya gelê Kurd ji xwe re armanc girt.
Di êrîşa dewleta Tirk de hemû dewletên cîhanê destek dan dewleta Tirk û çavên xwe ji bo dagirkeriya wê ji Rojavayê Kurdistanê re girtin .ji ber ku dewlata Tirk yek ji dewletên natoyê û berjewendiyên xwe pê re parast û van dewletan ji vê êrîşê re propaxanda çêkirin , bi dîtina van helwestan dewleta Tirk pişt rast bûn û biryara xwe venegeriyan û xwest êrîşa xwe bibe ser hemû Rojavayê Kurdistanê û vîna gelê Kurd bişkîne , sîstma fedraliyê û rêveberiya xweser bişkîne.
Ji bo vê yekê vîna gel û şervanan li hember hêza dewleta Tirk duyemîn dewlet di natoyê de û xwediyê çekên pêşketî, keç û lawan sîngên xwe li hember guleyan vekirin mertal 58 rojan bê rawestan û bi çekên sivik li ber xwe dan , ev hêz û îradeya şervanan bi piştgiriyan gel xurt dibû .
Em weke hevgirtina ciwanên çep ên Kurd salvegera êrîşa li ser Efrînê bi şervan û gelê kurd û azadîxwaz û şoreşgeran re silav dikin û em dagirkeriya dewleta Tirk şermezar dikin, her wiha em bangawazî hemû Ciwanên Kurd dikin ku xwedî li vê rojê û li xwîna Şehîdan derkevin, her wiha em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin.