“Pêwist e li çemkeke “sosyalîzmê” ya ku benîkirin, serfkirin û karkerkirinê weke piçûkxistinekî dibîne û di nav her mercê de li hember van bûyeran berxwedanê bingeh digire, bê gerandin. Koleyê baş, serfê baş, karkerê baş nabe”
ABDULLAH OCALAN:
Dema duyemîn, vê carê bi veqetîna ji civaka bûrjûwa û dewletê dest pê dike û bi armanca avakirina sîstema xwe ya siyasî û civakî ya hemdem bi ceribandina damezrandina komeke îdeolojîk û serbixwe dewam dike. Tevî ku civakîbûyîna destpêkê bi zarokan bi duayên dînî û çûyîna dibistana seretayî dest pê dike, civakîbûyîna duyemîn bi xwendekarên zanîngehê re li ser hîmê çepgirî û îdeolojiya netewî pêş dikeve. Her çend li dijî şovenîzma netewa serdest û nirxên kapîtalîzmê yên belav dikirin hewldaneke lêgerînê ya ji nû ve li civaka xwe hebû jî ekolên netewî û yên çepgir ên heyî di wê hêzê de nebûn ku normên jiyana kapîtalîst li dawiyê bihêlin û bikaribin bigihîjin hedefa xwe ya rastîn. Ev pêvajoya ku em dikarin wê weke qonaxa yekemîn a PKKyîbûyînê destnîşan bikin, di cîhana bi firtûneya salên 1970’î de mîna pelekî ber bi bayê ketibe.
Bi qasî ku ji cîhana kevneşop qetiyaye, ew çend bi nirxên cewherî yên kapîtalîzmê re jî nebûye yek. Pêvajoyeke asayî ya marjînalbûyînê û mezhebbûyînê diqewime. Gelek kom têne avakirin û bi heman lezê jî dihelin û diqedin. Li dijî dewletê derdikevin û li hemberî wê mîna moriyek xwe li fîl radikişîne dimînin. Bi lêgerînên teorîk û pratîk dixwazin welat û civakê ji nû ve keşif bikin. Ya esas, çepgiriya li gelemperiya cîhanê ya mode tê şopandin. Civaka kevin ji nû ve tê tamandin. Mîna ku bibêjin eger bibe mala xwedê ava, bi vî rengî li benda serketinê ne. Li gorî me êdî fikrek me jî heye. Kom ji aliyê hejmarê ve jî mezin dibe. Em xwe tiştekî cuda dihesibînin. Îhtimaleke mezin heye civak bitamije. Piştî ku mîna tirtûl ji qozayê derbikeve, me gav avêt derveyî welat, em di dema xwe de ne, jixwe piştrast in û xwîna me germ e. Utopya ji bo bi cih were hêvî dide. Piştî ku em xwe ji desteka komê digihînin desteka girseyên gel baweriya me zêdetir dibe. Me êdî hêza sîlehan nas kiriye. Koma gerîlla ya ji bo tevgereke rizgariya netewî ya hemdem hatiye perwerdekirin û bi sîlehkirin, hatine gîhandin baniyên asê yên welat. Êdî dor hatiye pêngava nû ya dîrokî.
Dema ku min, hema xwe di civaka malbat û gund de nas kir û nas nekir, bi pirsgirêka “a rast e çî ye” rû bi rû mam. Encam, şûna kevneşopiyên malbat û gund, bi pêjinkirina “zagonên min ên xweser” ku xeyalên min ên zaroktiyê lê barkirî bûn, jiyandin bû. Serhildaniya gund-malbatî ya tê zanîn, bi vê taybetmendiyê pêş ketibû. Her ku ber bi civak û bajêr ve vedibûm, rewş bêtir halekî jandar wergirt. Weke bîrdoziya giştî ya yekem, nola ku di piraniyê de tê dîtin hema olê hembêzkirin di min de jî derbirîna xwe peyda kir. Pêwîst e ez li xwe mûkir werim ku, di pêvajoyên seretayî, navîn û amadeyî de, jiyaneke hestyarî û mûmînî ku aliyê olî giraniya xwe didayê esas girtibûm. Lê li dibistana Enqereyê û tevgerbûna Dev-Gençê û teyisandinên miliyetgeriya Kurd, wê qeyrana ku bi min peyda dibû, dê kûrtirîn bikira. Hinek mamosteyên min, ev pêvajo hemû ferq kiribûn û hewldanên wan ên alîkarbûnê jî hebûn. Ji ber ku ya dihate jiyandin di asteke sîstematîk de bû, ev hewldan têr nedikirin. Nûjenbûna Tirkiyeya Kemalîst a di 1970’yan de, di pêvajoya sêtelkbûnê de bû. Ji aliyekî ve bêtir derçûnên radîkal ên çepgirî, ji aliyê din ve miliyetgeriya şoven û derçûnên siyasî yên bi giranî olî, weke her ciwanî min di bin bandorê hiştinê de, dê dereng nemaba. Bandorên klasîk a Kemalîzmê sînordar mabûn. Weke ku di bin bandora rêbazên bîrdozî-polîtîk yên nû zorî dihate kişandin, min pêvajoya biryareke nû dijiya.
Kurdayetî û şikdariya olî weke du kevneşopiyên req ku ji pey min naveqetin didomiyan. Arastebûna min ber bi bîrdoziya çepgiriyê ve jî, ne bi têperandina van kevneşopiyan, bi hêsanîbûna têperandina maldelkirinê, dê binkeya min a şikdar kûrtirîn bikira. Qasî neketina miliyetgeriya Kurd, taybetmendiyên xwe yên olî jî, ber bi rêbazên siyasî yên olî ku nû pêş dikevin nekirin, weke ku girîng e, lê ne çareseriyeke bes bû. Ez ne di binkeyeke wisa de bûm ku dibistanê biqedînim û bi mamûrtiyeke piçûk têr bibim. Xwendina min ûnîversiteyê, ji bilî kirina pêlekanekê ji bo derçûna çepgirî, wateyekê dîtir hilnedigirt. Di heman demê de qonaxê, parçebûna çepgirî dijiya. Çalakî dest pê kiribûn. Rewişta min a çalakvaniyê, derveyî dahûrandina sîstemê, taybetmendiyekê ku ji aliyê min ve were nirxandin tunebû. Hewesên milîtantiyê têr nedikirin û ji bûna karîkatûrê bizariyekê wêdetir wateyê nedidêriyan. Di nav nêvenga çepgiriya heyî de, ji sempatîzanekî wêdetir nediçûm.
Valatiya ku tevgera 12’ê Adarê di çepê de dabû çêkirin, tevî ku qet ne amade bûm, min bi serokatiyeke ciwanî re rû bi rû hişt. Weke şûngehekî rêveber û serokê kiryarî yê Komelgeha Xwendekariya Bilind a Demokratîk a Enqereyê û şûngeha seroktiyê danî pêşiya min. Di berê de sempatizaniya min, li ser THKP ya ku aliyê wê yê siyasî giraniyê dida bû. THKO weke binkeyeke ku karibim rabikim nedihat. Lê dema ku bermayên sempatîzanên THKP di rêxistinkirina nû de nehevgirtî man, derçûnê di tevgereke çepgir ê Kurd de gerîn û bi xwe berpirsiyariya wê hildana ser xwe, bû jênerevînek. Dema ku di 1972-73’yan de ev biryanmendî misoger bû, yê din jî hewldana pratîk bû. Dema ku hun vê biryarmendiyê bidahûrînin, dê bêdîtin ku him Kurdayetî û him jî bingehê wê yê çepgiriyê dirûşmeyiya xetê ya giştî derbas nake. Dema ku ew qeyrana ku di radeya cîhanê de Marksîzm û çepgirî dijiya bê pêş çavan, dirûşmeyiyê têperandin, ne hêsan bû. Şûna ku di nêvengên teng de mijulbûn çêbibe, Tevgera Azadiya Kurd ku li ser xetên bingehîn pêbawer im, çendî ku weke serboriyekî xuya bike jî, çi fikara min tunebû ji berhemdariya encamê. Ji ber ku kirûya Kurd; ji azadiyê re weke axên ku hezar sal bi hesreta avê dimînin, bû. Bi vê çêtirdîtinê di serî de hevalên pir hêja weke Kemal Pîr û Heqî Karêr ku bi eslê xwe Tirk in bi kûranî bawer dikirin. Nijad rehên derçûna me bûn. Rêwîtiya ku me da çêkirin, dişibiya birêveçûna mûmînên bawermend. Tevahî zorî kişandinên li Rojhilata Navîn, nekarîbûn vê bingehê biguherînin. Ji aliyê din ve li hember helandina ku Ewropa diçespand jî, berxwedêrî pêk hat.
Weke ku di navbera nêvenga lîstokên polîtîk a ku rewişta Rojhilata Navîn a feodal netêperandiye û nêvenga dilkêş û helandiner a Ewropayê bi demeke dirêj li ber xwe dan pêk hatiye, bi kûrahî veguherînekî jiyandin jî, nebûye mijara gotinê. Xeyalên me yên klasik, weke Vîetnam ango Kuba qet kêm nebûn. Dema ku Sovyet hilweşiya tevî hewldanên rexne-rexnedanê jî, em dûr bûn ji wergirtina nûbûna sîstematîk a ku heyamê bi serkeftin derbas dike. Her ku diçû teng dibûm, ev rastiyek bû. Lê bi hewldaneke rikoker, giramî nehate raberkirin ji wilfa radestbûna DYA, YE ango dewletên Rojhilata Navin. Xweser mayîn bêtir watedar û bi gor puxteya min dihat. Ber bi du hezaran ve, bêtir tevgera heyî û di vê bingehê de rûmetê parastin, yên din re guhnedayîn ango di çemkeke çarenûsparêz-dogmatîk bi roj jimartinê derbas bû. Rasteqîna ku demxeya xwe li qonaxa min a dawî li Rojhilata Navîn da ev bû. Qet ne rihet bûm. Arastebûna min a ber bi azadiya jinê ve mijara gotinê bû. Belkî jî ezê karîbûma di vî coyê de derçûnekî peyda bikim. Ji ber ku weke navendeke ku ji ramanên nû re bêtir vekirî û afirandiner dixuya.
Bergeha min a gerdûnî, weke ku bi hêsanî têrî asta agahiya zanistî ya heyî dike, xwe gihandiye wê asta sewandî ku li hember çi pêşketinê şaşwaz nabe. Ez di wê rewşê de me ku, di diyalektîka jiyan-mirinê de hemû gihanekên pêşketinê dikarim şirove bikim û li hember wan bi wêrekî bisekinim. A ku min veguherandiye, tenê ne binkeya jîrekatiya zanistî ye, di dirêjahiya dîroka mirovayetiyê de hemû şêwazên weke mîtolojîk, olî, felsefîk û ramana zanistî ku hatine jiyandin, pêşketina wan diyalektîkî di nav hev de, min aniye halê qalibên hîmê jirêkatiya xwe. Mirov dikare ji vê re bibêje binkeya vaca saxlem. Di hundirê vê binkeya vacê de, li hember têgînên civak, xweza û gerdûnê qasî ku rewişta xwe ya şikdar têr bikim, min ewqas kûrbûn û rastbûniyê qezenc kiriye.
Ev dema ku salên jiyana min ên di navbera 1972-1984’ de zevt dike, beşên destpêkê hêja ye ji gelek aliyan ve were nirxandin. Mirov dikare weke hişyarbûna pêngava gelê Kurd ê xizan li serdemê, bi nav bike. Mirov dikare weke serhildana destpêkê, yan jî yekem gulleya li çarenûsê hat xistin jî bi nav bike. Dîsa mirov dikare weke qîrîna namûs û rûmetê binirxîne. Dikare wek yekemîn çalakiya serketî ya Hz. Dawût li dijî Golyat jî were bi manekirin. Dikare weke yekemîn gava cesaretkirina ji bo ramana azad jî were hesibandin. Dikare weke pêngava qutbûna ji normên koletiya bi hezar salan jî were dîtin. Demek welê ye, bi mane ye, hinekî şensê xwe jî heye, mîna hilatina duyemîn hinekî jî ked û baweriyê dixwaze û mirov dikare weke demek xwe jinûve gîhandina paradigmayê bibîne.
Di jiyana min de beşa duyemîn a dema duyemîn di navbera 15’ê Tebaxa 1984-15’ê Sibata 1999’ê de diqewime. Ev pêvajoya bi qasî 15 salan demekê digire nava xwe wek pêngava duyemîn a PKKyîbûyê bi giranî bi têkoşîna çekdarî derbas dibe. Pêvajoyeke dijwar e.
Di dîroka Rojhilata Navîn de mirov dikare bişibîne komên mîna Babek, Xaricî, Karmatî û Hesen Sebah. Di beşê yekemîn de zêdetir Îsewiyet li pêş e, lê di beşê duyemîn de Mûsewiyet û Muhammediyet têkel giraniya xwe li pêş e. Ji bo koma muhacirîn a bi zehmetî dimeşe were gîhandin erdên soza wan hatiye dayîn hewldan û qabîliyeteke mezin tê xwestin. Wezîfeya gîhandinê Hz. Mûsa bi bîr dixîne, çalakiyên şer jî Hz. Muhammedê li Medîneyê bi bîr tîne. Atmosfereke bawerî û îmanê ya rûhî wer serdest e, xwe fedakirina ji bo vê yekê tam mumînwarî, bawermendî ye. Sosyalîzma zanist bi hêza baweriyê tê meşandin. Şer tam çalakiyeke pîroz e. Her ku diçû ferd dibû ne tiştek, lê armanc dibû her tişt. Pir zehmet e ku mirov hayil bibe nexweşiyeke asayî ya îqtîdarê heye. Kesayeta lawaz a bi salan li naverasta dewlet û bajar hatiye bombardûmankirin, qabîliyeta wê nîne ji bilî îqtîdarê û yan jî ji meşa bi ser lingekî zêdetir nizane. Kesayeta kapîtalîzmê bi dijwarî tenê hîştiye, dema bi sîstematîkeke malê xwe ve were girêdan, bi meyleke berovajî dikare bi dijwarî bibe civakî. Bi taybetiyeke herî asayî dikare bi baweriya çalakî pîroze rabe û her tiştê xwe feda bike.
Ya esas, li şûna ku bibêje jiyan nirxa herî pîroz e, berovajî, bi baweriyeke di asta fanatîzmê de dibêje “armanc her tişt e, jiyan ne tiştek e” bi vî awayî kesayeteke çavkorî derdikeve pêş. Di vî cureyê dogmatîzmê de bi şêweyekî çarenûs û girêdana bi hin pîvanan bi xwe re rewşa dînekî derdixist holê. Paradigmaya hatiye bi destxistin vekirî û mucered e. Mejiyê analîtîk şek dibe, û mejiyê hisî jî tê fetisandin. Mirin û kuştin bi tevahî daketiye asteke teknîkî. Di tehlîla dawî de derdikeve holê ku ew eşqa kapîtalîzmê ji bo kara zêde di çarçoveyeke îdeolojîk de tê meşandin. Li gorî karektera giştî ya serdemê gav hatine avêtin. Her çend mîna mezhebekî cuda gav hatibe avêtin jî ya tê de tê lîstin û tê de tê jiyîn dunya kapîtalîzmê ye. Meyla kapîtalîst di asta herî muceredkirî de jî bi gelemperiya sosyalîzma reel û netewtiyê destketiyên xwe peyda dike û ji bo avabûnên wan ên eskerî û siyasî bi çavsorî dide meşandin. Jixwe wekî din xwe gîhandina serdemê nedibû.
Veguherîn û pêşketina min a bîrdozî bêguman encamên xwe yên herî vekirî di dahûrandina siyaseta nûjen, dewlet û şaristaniya ku jê bingeh digirin de raderbirîna xwe peyda kir. Pêwîst e jidilî li xwe mûkir werim ku hê di zaroktiyê de em diketin nav rêwîtiya lêgerîna bilindbûnê, tim di qeta dewletê de. Hizirandinên me yên rûxandina dewletê bi şoreşê jî, dîsa ji avakirina dewleta me wêdetir nediçûn. Dafik di virê de bû. “ Bîrdoziyên dewletparêz” ji ber ku ji aliyê min ve hatibûn dahûrandin, nikaribûn bi temamî bibin amrazê rizgariyê. Dewletên kapîtalîst, sosyalîst, ûnîter netew federalîst demokratik û yên biçîn pirsgirêkên civaka hiyerarşîk ol, zayend, etnîsîte, hawîrdor û çînê çareser kirin bila bimîne li vir, bi xwe di rewşa jêderka pirsgirêkê de ne. Li çareseriyê, di her alî de li derveyê vê jêderkê gerîn, ta ew gel, takekes û malbata ji civaka neolîtîk vir ve ku asê mane, ji şûngeha wan a di dirêjahiya dîrokê de tengasbûyî, ji rastîna eşîriya ku hê jî li serê çiyê û li çolê şer vedidin, ji civatên olî heya rasteqîna berxwedêriya jinê ya objektîf a ku xwe xistiye hundirê hezar qalikan, ji parastina dezgehên bingehîn ên dewletê heya wergirtina azadiya takekesî ya wenda, pêwîstiya ku bê sipartin li ser bingehê lêgerîna “riya nû” a piralî hêjayê girîngiyeke bingehîn e. Ji civak û şaristaniya biçîn ku hawîrdor û hevsenga ekolojîk serûbin dikin, bi zanistiyê re di bingehê hevkariyeke şidandî de, bi lêgerîna civaka ekolojîk derçûnê gerîn, hatiye rewşa peywireke ku nayê taloxkirin.
Ew çemka çînî ku bilindkirina bi rengê kole-serf-karker a ku Marksîzme har dikir napejirîne, tewereya jêveneger a vê lêgerînê ye. Pêwist e li çemkeke “sosyalîzmê” ya ku benîkirin, serfkirin û karkerkirinê weke piçûkxistinekî dibîne û di nav her mercê de li hember van bûyeran berxwedanê bingeh digire, bê gerandin. Koleyê baş, serfê baş, karkerê baş nabe. Ev her sê kom jî ji mirovayetî û ji azadbûnê ketinê vedibêjin û ger azadbûn tê esasgirtin, divê tim li dijî van bûyeran li hember derketin çêbibin.
Lewma diyardeya civakî ya ku li dijî van bûyeran dertê, divê bi rengekî pîrozî lê bê nihêrtin. Ji ber vê egerê ew berxwedêriyên mezintirîn ku ev bi hezar salan in li serê çiyayan, li çolan, di taritiyên daristanan de, li etnîsîte, zayenda jinê a ku di malbatê de tê perçiqandin, ji berxwedaniya koletî, serf û karkeran qet bi qet kevintir, kûrtir û pîroztir in. Pêwîst e em civaka nû, felsefe û sepandinên xwe deynin ser van esasan. Belkî jî ew diyardeyên civakî ne ku ji kevneşopiya bi hezaran pêxember û hişmend, ji berxwedana Marksîst, lîberal û nûjen bi hezaran qet dewlemendtir, bi naverok û wergir in. Min, felsefeya bingehîn a civakî û xwezayî ji van nêzîkatiyên kirûyî re ku dikarin ji dahûrandinên biwergir ên dîrokî û civakî re bibin mijar, ji aliyê xwe ve bi raderbirîneke gelemperî weke “Civaka Demokratîk û Ekolojîk” nirxand. Min hewl da ku weke hedefekî çareseriyê bidim diyarkirin.
Beşa duyemîn a jiyana min, bi sedema ku navend dewlet bû, lê ji ber ku taybetî û helwesta komîn a demokratîk hînê bi tevahî nehatibûn wendakirin pir bi nakok bû. Têkoşîna van nakokiyan wê encam diyar bikirana. 15 Sibata 1999’ê, di heman demê de derbeke kujêr li vê meşa navend dewlet xistiye. Eger partîtiya navend dewlet û dewletparêzî nexweşiyek e, wê wextê derba hemû dewletên dunyayê yên kapîtalîst di 15 Sibata 1999’ê de li min xistin, di heman demê de ji bo cara sêyemîn ji dayikbûyîna min wê rola pîriktî û derman bilîsta.