NAVENDA NÛÇEYAN
Pergala Komara Tirkiyê ya şerê taybet polîtikayên li ser zayendiyê dimeşîne çiqas veşartî bin ewqas jî xwe li hember dide xuyan.Wisa tevdigere ku xwedêgiravî van polîtîkayê li derexlaqê ew nameşîne.Di aliyekî de li her derê Kurdistanê de teşwîqa malê fihûşê dike, di her warê jîyanê de ajoyê derdikevin asta rêşaşiyê teşwîq dike, destdirêjî û îstîsmar a zaroka derdixe pêş û îdîa dike ku li hember rêşaşitiyê têkoşîn dike. Pergala Tirk a şerê taybet di mijara ku herî serkeftî ye derew e û berovajîkirin a rastiyê ye. Rejîma AKPê di vî 16 salî de ji bo vekirina sedan, hezaran malê fihûşê polîtîkayên teşwîqê meşand lê xwe wek nobedarê namûsê dide xuyan. Bazara fihûşê di 16 salî de qat bi qat zêde bû. Di vî sê salê dawî de tenê li Amedê 400’î zêdetir malê fihûşê hatin vekirin. Çeteyên AKPê yê ku her roj ser li dehan malê welatparêza digre çawa dibe ku malê fihûşê ferq nake. Digel vî qasî gelek malê fihûşê bi aliyê MÎTê ve hatiye vekirin û belavbûna wan hatiye teşwiq kirin. Dîsa bi aliyê ajanê MÎTê ve di bin navê evîn, xoşewîstiyê dehan ciwan tên xapandin, tecawîz kirin û li malê fihûşê de didin xebatê, dikin ajan. Dema em vê rastiyê didine ber çavê xwe tê xuyan ev pergala bi çiqas şêwazê derexlaqê vî şerê taybet dimeşîne. Dîsa li dibistanê amadeyî de hevzayendî bi aliyê polîsê AKPê ve ji bo tecawîz û ajoyan tê pêşxistin. Ev jî bêexlaqî û polîtîkayên kirêj ên pergalê dide nîşan. Li Amed, Qoser û Geverê ango cihê ku berxwedan lê zêde ye kêm tê zanîn lê hevzayendî bi rêya tecawîz kirin a ciwana tê teşwiq kirin. Lê belê heya em vê rastiyê nebînin em nikarin polîtîkayê pergala şerê taybet a qirêj, zexel û bêexlaq ferq bikin.
Pergala kapîtalîst 3S’ an de werzîşê (Spor) herî hêsan û bêtirsane bi kar tîne. Werzîs pergala kapîtalîst de wek mirişka bêxwedî a zêr hêk dike ye. Werzîş a ku di dema Eflatun de jî “ji bo pêşketina laş û hiş û bi tenduristî beşdarbûna civakê werzîş pêwîst e” vî awayî hildane dest. Niha jî di destê kapîtalîzma nûjen de ziviriye bûyerên di qada Romayê de qewimîne. Qezenc kirin, têk birin, çepik hildan, kar kirin bûye armanca sereke. ji bo wê werzîş êdî amûra civakîbûn an jî xurtbûna laş nîne. Bûye lîstikek temaşekirinê ku civaktî û ferdîtîyê ber bi xilasbûnê dibe. Ango ji birzodiyê hatiye kut kirin bûye warê diltêrbûna kesayetên hundirê wan vala. Ji vê aliyê ve werzîş bûye amûr ku girseyan bi taybetî jî ciwan dixwaze bixe bin qontrola xwe û serî der bixe.
Werzîş dema ciwana a ku li ser pirsgirêkên xwe mijul bin û çareseriyê pê re bibînin tîje dike û rojeva wan berevajî dike. Bi vê armancê pêşbirkên werzîşê ji bo demê civak û ciwana di bin qontrolê de bigre hatiye saz kirin. Bi taybetî sedemek lîstina topê a şevê jî ev e. Dema mirov difikire ku 3 mîlyar kes maça fûtbolê temaşe dike bandora werzîşê ya li ser ciwana tê fem kirin. Di demê ku mirov pirsgirêkên nav malê biaxive, binirxîne, gengeşî bike ango ser mijaran bifikire maç li ser televîzyona hene. Bi vî awayî hildidin bin qontrola xwe. Qaşo ji bo çareseriya pirsgirêk ên aborî jî îddaa, pêşbirka hespa û piyangoyê ve serî li xapandina hem temaşe bike hem qezenc bike didin. Piştî ewqas pirsgirêk û tengasiyê derûniyê wek derman dibêjin maça taxima xwe temaşe bide bila tu rihet bî. bi vi awayî hêrs û berteka li dijî pergalê disekînin. Bi vî awayî hewl didin ku tengasiyê jiyankirî, xebat a wek robota hatiye kirin bidin jibîrkirin. Şert û mercê xebata kapîtalîst a giran, westandin û hilweşandina derûnî ji bo xebata sibê û dîsa kedxwarinê amade dike. Pêwîste ku werzîş, fûtbol a ku li Kurdistanê li ser esasê qezencê dimeşe wiha bê fem kirin. Ciwan bi vî qaydeyî ji xwe destpê dike her tiştî xerib dikeve. Tu dibê qey pirsgirêka gelê Kurd tinneye wê maçê direvin wê maçê ev jî ji xwe re kirine felsefeya jiyanê. Peyvên wek “Tîma min, lîstikvanê min…” jî bo vegotina bandora şerê taybet ku li ser werzîşê têrê heye.Li Kurdistanê, heke em bi tenê bi teybetî jî kiryarên şerê teybet a ku li ser ciwanan didin meşandin binêrin, wê çaxê nêrîneke teng derbikeve holê. Kiryarên ku çilvirandinê xwedî dike û kûrtir dike mijara gotinê ye. Gelanperî qada medyayê, yê qada ku herî zêde kiryarên şerê teybetê xwedî dike ye. Ciwan, bi rêzefîlmên TVyan ve teşwîqî jiyana bêesil tên kirin û her wiha ev, ber bi xwe jiyanê bi bûjeniyê ve pênasekirinê jî tîne. Xisletên ku di rêzefîlman de hatine afirandin, yek bi yek ji aliyê rejîma şerê teybet ve tên qontrolkirin. Welê ku, di wê heyamê de dixwazin xisletek çawa ava bikin, li gor vê jî şêwe û xisletên rêzefîlman jî wisa tên diyarkirin. Utopyaya ciwanan, dixwazin bi destê medyayê were qontrol kirin. Zêdekirina ajoyên zayendî, rewakirina û berbelavkirina têkiliyên însest bi riya rêzefîlmên TVyan ve tên kirin. Bi rêzefîlmên Hîndî yên ku di salên dawî de berbelav dibin ve, hundirê evînê tên valakirin û herkesê jî teşwîqî zewacê dike. Nêrînên ciwan, bi van rêzefîlman ve tên tengkirin û wijdana civakî jî dîsa bi van rêzefîlman ve didin wendakirin. Dîsa ji ber ku ji ciwanên Kurdistanê re, polês û leşkerên dewletê ya destbixwîn û celadên bipere bidin hezkirin, rêzefîlmên ku tên weşandin bê hêjmar e. Bi vî awayî jî dixwazin ciwanên ku teqlîdî celadên xwe dikin, biafirînin. Rêzefîlma polîsî ya “Kolanên Paş” ( Arka Sokaklar ), herî zêde li bajarên Kurdistanê tên temaşekirin û ev jî nîşanî me dide ku polîtîqayên şerê teybetê çiqas encam girtiye. Dîsa rêzefîlma “Kurtlar Vadîsî“, di esasê xwe de, celadên bipere ya şerê teybetê, ji me re wek leheng dide nîşandan. Em dikarin bi dehan rêzefîlmên wisa bi rêz bikin. Rêzefîlman, wek mîtolojiyên di dîrokê de tên bikaranîn. Çawa ku li ser mîtolojiyan rastî hatibe berevajîkirin û civak hatibe xapandin, îro jî rejîma şerê teybet, bi riya rêzefîlman ve rastiyê berevajî dikin û rastiyê serobino dikin. Ji ber vê rejîma şerê teybet, ewqas pere radizîne vê qadê. Dema ku em behsa medyayê dikin, ev ne tenê fîlm û rêzefîlman e. Rêzefîlm, tenê parçeyek medyayê îfade dikin.
Medya, ji bo ku civak bixapînin û beraliyê bikin tên bikaranîn. Hedefa esas, her û her jin û ciwan in. Heke pergal, bikaribe jin û ciwan bîne xeta xwe, dikare bi hêsanî civak bişêlîne jî. Ji ber ku pergal vî tiştî dizane, li ser medyayê gelek rê û rêbaz diceribîne. Her roj li TVyan, nûçeyên li dij-gerîlayê dibînin, her roj ji bo ku me ber çavê gel reş bikin rojnameyan bi yek sernûçeyên derdikevin û dîsa spîkeran her roj propagandaya qedandina têkoşîna azadiyê dikin. Li vir armanca esas, kêmkirina sempatiya ciwanan ya li ser têkoşîna azadiyê ye û hêviya wan şikandin e. Li vir peywira medya û TVyan, li hemberî civakê meşandina şerê psîkolojîk e. Rayedarên MÎTê ku di demek nêz de ji aliyê tevgera me ve hatibûn girtin, da zanîn ku, endamên şerê teybetê hene ku bernameyên TVyan beraliyê dikin. Nûçeyên ku têne kirin, ewilî ji aliyê endamên şerê psîkolojiyê ve tên qontrolkirin û wisa didin weşandin. TVyan, him li aliyekî rûyê gemar ya şerê teybetê vedişêrin, him ji li aliyekî din rastiya Tevgera Azadiyê dixwazin berevajî bikin. Bi rojevên sûniyê ku ji ser medyayê têne afirandin ve, him dixwazin dîtina rojeva esas asteng bikin, him jî ji bo ku ciwantiyek stûxwar û ji xêza pergalê dernakevin biafirînin, bi artêşek mezin ê medyayê ve şerek bi xedarî û bêyî exlaqê dimeşînin. Di warî medyayê de, li ser ciwanên Kurdistanê, cîhanek farazî, nîgaşî an jî sanal hatiye afirandin. Bi cîhana faraziyê re, rastî, hatiye berevajîkirin. Ciwan, demên xwe, zêdetir li ser tora înternetê û sepanên telefonê derbas dikin. Ev jî nîşan dide ku ciwan, di nava cîhanek faraziyê de ne. Jiyana farazî, qada pergala qapîtalîzmê ku, qada afirandina kesayetên şapînoz, bi xeyalên bêderfet ve tijî û teqlîdwariyê ye. Di nîvenga înternetê de, hilberandina ramanî, bi pirsgirêkên civakî re eleqedarbûyîn, birêxistinbûyîn û tevgerîn nîn e. Li vir, tenê kesayetên melankolîk û devlok dikarin biafirînin. Mirovek ku nikare rastî û farazî ji hev derxîne, derûniya wî/ê xerabûyî û bi hêviyên vala ve dijî! Li Kurdistanê, bi teybetî jî di salên dawî de,cihê ku bêînternet nemaye û ev jî hewla pergala şerê teybet ya qapîtalîzmê ku dixwaze ciwan bixe di nava çeperê xwe de. Gotina Erdogan ku di derbarê înternetê de gotibû “ li cîhanê pêşketina herî mezin înternet e”, ne vala ye. Helbet, înternetê ku, tiştên dewlet bi tank û topan nikarîbû bike, cewherê ciwanan vala bike û ciwan bixe nava xêza pergalê, kir û lewma bûye çeka rejîma şerê teybetê herî girîng. Medyaya farazî, hatiye astek wisaye ku, mirovên ku di nava heman malê de jî êdî nikarin hev bibînin. Dixwazin ciwantiyek asosyal û takakesparêz biafirînin. Mixabin, bi berbelavbûyîna telefonên androîdê ve encam jî tê girtin. Welê ku, bi parvekirina peyameke re mirov wîjdana xwe tetmîn dike û tora civakî jî her ku diçe curbicur dibe. Hinek ciwan, bêyî ku xwarin bixwin bi seatan li ser tora civakî dem dikujin û bi agahiyên nehewceyê re jî serê xwe tijî dikin. Ango ciwantiyek ji jiyana pratîk qutbûyî diafirînin. Her çiqas tora civakiyê wek qada agahdarbûyîn û serwextbûyînê nîşan bidin jî, di cewherê xwe de qadek pûç û vala ye û li vir afirandina ciwantiyek dorpêçkirî tê xwestin. Agahiyên ku bîra têkoşîna civakiyê bi pêş bixin, rasterast ji aliyê rejîma şerê teybet ve tên astengkirin. Bi parvekirinên agahiyên rûxaliyê ve, qey ciwan serwext dibin nîşan didin û ciwan dixapînin. Agahiyên ku ser tora civakiyê têne girtin, serwextbûnê nîn e; neserwextbûyîn e. Ciwantiya ku bi rastiya jiyan – têkoşînê ve nas bû û dixwaze têkeve têkoşînê, bi carekê ve bêbîra xwe û kêmbûna nerîta xwe, ji herî kûr ve hîs bike. Ciwantiyek ku li dîwar lêketî, di dema ketina têkoşînê de gelek zehmetî dikşîne. Dîsa bi tora civakî re ji jiyanê qetandin tê armanckirin. Bi vî awayî her ciwan bendî telefona xwe dibe.Armanca tora civakî, mejiyê her ciwanî bike zindana xwe,wisa jî ciwaniyê pasîf bikin.Hemû kes dizane pergala taybet a şer ji bo ku tora civakiyê beralî bike û rojeva rawejî biafrîne rêxistina bi navê ‘trol’ ava kiriye. Qada tora civakî, qada têkoşînê nîne. Tora civakî, qada dîl girtina bîr e. Li vê çaxê êdî ji bo ku mirov dîl were girtin divê girtîngeh ava nekin, bêrêka her mirovî zindana(telefon-înternet) bi cîh kirin awayekî herî binbinkî û taybet e.
Wê Bidome…
Baran Mawa