Ji bo balê bikişînin ser rewşa tendursitiya krîtîk a Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 72 roj e di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye, Kurdistaniyên li Ewrûpa derketin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka KCDê Leyla Guven 72 roje di greva birçîbûnê de ye. Rewşa wê hatiye ber şehîdbûnê lê hêj jî xwestikên wê nehatiye cîh. Ev rewş li Swêsrê li bajarên Bern, Basel, Zurih, Solothurn û Lozanê bi çalakiyan hat protesto kirin.
ZURİH
Li qada Stauffacher di saetên êvarê bi bangawaziya KCDK-E ve TJK-E’yê Kurdistanî û dostên wan tecrîda giran ya ku li ser Rêberê Gelan Evdilla Ocalan tê ferz kirin hat protesto kirin. Bi dehan Kurdistanî tevlî çalakiyê bûn.
Girse bi xwestekên Leyla Guven, xwestekê me ye çalakiya xwe bi dawî kir.
BERN
Bi pêşengtiya Komuna Jin a Biel Arin Mirkan û Meclîsa Bern Jin a Mizgînli ber Parlementoya Bern ê çalakiya Sekna Jin ê hat pêkanîn. Bi erbaneyan ber vî istastasyona navenda trenan meşek hat li dar xistin. Bi rakirina pankartan bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê. Çalakî bi sloganan dawî bû.
BASEL
Bi pêşengtiya Ciwanên Enternasyonalist ên Ciwan û Tevgara Ciwanen Şoreşger meşek hat li dar xistin.
Li qada Dreirosenparkê çalakvan kombûn. Çalakvanan pankartta, “Leyla Guven 72 roje ji bo ku tecrîda ser Evdilla Ocalan rabe di greva birçîbûnê de ye” dest bi meşê kir. Di meşê de alên Ocalan û PKK jî hat rakirin. Di meşê de belevok û ji alî ciwanan sticker jî hat belavkirin.
Meş li qada Markplatz bi dawî bû.
LOZAN
Bi pêşengtiya Meclîsa Jin a Lajin bi bangawaziya lezgîn li qada Riponne mitingek hat li dar xistin. Di çalakiyê de peyama ku heta ku xwestekê Leyla Guven nê pêşwazî kirin wê Kurdistanî di çalakiyê de be hat dayîn..
SOLOTHURN
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li îstasyona navenda trenan çalakiyek hat li dar xistin.
MARSİLYA
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ber vî îstasyona navenda trenan meşek hat li dar xistin. Di çalakiyê de ciwan, “Ciwan fedaiyê Apoye”, “Bijî Serok Apo” sloganan meşiya.
LAVRÎO
Her wiha li bajarokê atîna Lavrîon’ê jî gelê Kurd derket kolanan û bi dirûşman tcrîd protesto kirin û banga serî hildanê ji bo Leyla Guven kirin.