Kurdistaniyan li 4 bajarên Swêdê ji bo Leyla Guven a ku ev 73 roj e di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan , çalakî lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Di çalakiyên li payxet Stockhol û bajarên Gotebor, Karlstad û Borlangeyê de daxwaza pêkanîna daxwazên Leyla Guven hate kirin û peyama piştevaniya bi çalakgerên greva birçîbûnê re wê bidome hate dayîn.
STOCKHOLM
Kurdistanî li Gara Trenê li hev civiyan û pankarta ku li ser wêneyê Leyla Guven û nivîsa “Piştgiriyê bide têkoşîna azadiyê ya Leyla Guven’ û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan rakirin.
Parlamentera Ewropî ya Înîsyatîfa Femînîst Soraya Post beşdarî çalakiyê bû û li gel çalakgeran wêne kişand û peyama piştevaniyê da.
GOTEBORG
Li ser banga Jinên Ciwanên Azad li navenda bajêr çalakî hate lidarxisitn û wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven û alên PKK’ê hatin hildan.
Di çalakiyê de hate ragihandin ku heta ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan azad nebe wê têkoşîna ciwanan bidome û bang li Swêd û Yekîtiya Ewropa hate kirin ku ji bo rakirina tecrîdê bikevin nava tevgerê.
KARLSTAD
Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan û wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan danîn li ser abîdeya li navenda bajêr. Li pêşiya abideyê jî bi mûman Leyla Guven hate nivîsandin.Di çalakiyê de sirûd û stranên Kurdî hatin gotin û dirûşme hatin berzkirin.
JI BO ÇALAKIYÊN ÎRO BANG HATE KIRIN
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Swêd, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, Tevgera Ciwanên Azad û Jinên Ciwan ragihandin ku pêvajoya Leyla Guven tê de gelek kiritîk e.
Bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku bi hêz beşdarî çalakiyên 19’ê Çileyê Şemî (Îro) werin lidarxisitn, bibin.
Bajarên ku wê çalakî lê werin lidarxistin.
Stockholm, Sergels Torg, saet 15.00
Borlange, Qada Borlange, saet 14.00
Gävle, Cadeya Drottningatan , saet 13.00
Vasterås, Erikslund, saet 13.00
Orebro, Qada Storatorget, saet 14.00