Welatiyê ji Licê Abdullah Akkan, diyar kir ku li gel 2 birayên xwe li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya navbera Amed û Çewlikê de hatin rawestandin, piştî qontrola nasnameyê rastî lêgerîna tazî û neheqiyan hat.
AMED – Welatiyê Licê Abdullah Akkan, diyar kir ku li gel 2 birayên xwe li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê ya navbera Amed û Çewlikê de hatin rawestandin, piştî qontrola nasnameyê rastî lêgerîna tazî û neheqiyan hat. Abdullah Akkan, der barê eskeran de li Serdozgeriya Komarê gilî kir.
Welatiyên Licê ya Amedê ku birayên hev in, Abdullah Ercan û Ozcan Akkan di 10’ê Kanûna 2018’an de li Qereqola Cendirmeyan a Mermerê rastî kontrola nasnameyê hatin. 3 bira di kontrola nasnameyê de rastî lêgerîna tazî û neheqiyê hatin. Abdullah Akkan ku rastî neheqî û lêgerîna tazî hatibû li Serdozgeriya Komarê ya Licê der barê eskeran de serlêdana gilî kir.