Endamên Koordînasyona Komalên Ciwan Armanç Med û Lêgerîn Artemetan bang li hemû ciwanan kirin ku, li dijî tecrîdê di 19 û 20’ê Çileyê de biherikin qadan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyonên Komalên Ciwan Armanç Med û Lêgerîn Artemetan bi rêya Stêrk TV û Medya Haber’ê nirxandinên li ser çalakiyan kirin û bang li hemû ciwanan kirin ku tevli çalakiyên 19 û 20’ê Çileyê bi şiyara ‘’Ji bo Tecrîdê bişkînin, Faşîzmê biruxînin, Kurdistan Azad bikin Serî Hildin’’ pêk were bibin.
Endamê Koordînasyona Komalên Ciwan Armanç Med got ku; ‘’ Di 19’ê Çileyê de li Ewrûpa û di 20’ê Çileyê de jî seranserî Kurdistanê wê çalaki werin li darxistin. Ev çalaki li tecrîda ku li ser Rêber APO tê meşandin, erka perbirsiyartiya ciwanan a ku dikeve ser mile ciwanan were li darxistine. Ev çalaki ji bo çalakiyên ku were kirin re startekî ye.
Em di destpêkê de berxwedana çeperên şer de, dîsa di kolanan de gelê me berxwe didin, hevalên ku di zindanan de li dijî tecrîdê bedena xwe dane ber helandinê, em van berxwedanan silav dikin. Êrîşên dewleta Tirk li dijî destkeftiyên Gelê Kurd her roj diçe zêdetir dibe, faşizm her diçe zêdetir xwe nişan dide, ev ber çavan in. Em wek ciwanên Kurd û ciwanên welatparêz çawa di dîrokê de li dijî van êrîşan her dem li qadan bûn, her dem li êniya çeperan de bûn, îro jî rol û mîsyonekî dîrokî dikeve ser milê ciwanan, em jî wek ciwanan di 19 û 20’ê Çileyê de li dijî tecrîdê û li dijî êrîşên li ser şoreşê, li ser Rojava em ê dest bi rêzeçalakiyên ku her roj bi xurtir bikin bibin. Ji bo wî jî sibê seranserî Ewrûpa, derveyî welat çalakî dest pê bike. Armancên çalakiyên me şikandina tecrîdê li ser Rêber Apo ye. Di heman demê di şexsa Rêber Apo de ew berxwedanê ku bilind bûye, li dijî vê berxwedan û destkeftiyan faşîzma ku xwe nîşan dide ruxandine û Kurdistanê azad kirine. Ji bo wî jî Ciwanên Ewrûpa dest bi çalakiyan bikin û starta van çalakiyan bidin. Wê her derê de derkevin qadan. Ciwanên Kurd, dostên wan, enternasyonalîst û demokrat li ku derê de dibin bila bibin tev li van çalakiyan bibin. Ji ber ku ev berxwedan ne tenê berxwedana Gelê Kurd e, di heman demê de ji ber ku faşizm li ser hemû mirovatî êrîşek pêk tîne, li hemberî wî jî berxwedana gelê Kurd pêşengtiya gelê Kurd dike pêwîstî berxwedanek hevpar heye.
Di heman demê de 20 Çileyê salvegera dagirkirina Efrînê ye. Di 20 çileyê de li çar perçeyên Kurdistanê li dijî tecrîdê di pêşengtiya ciwanan de gelê me wê biherike qadan. Em dizanin berxwedanî her tim destkeftiyan anî ji me re, em di pêvojek wisa jî derbas dibin. Niha jî em ê bi bilindkirina berxwedanê û mezinkirina çalakiyan encaman bigirin. Ji bo wî em bang dikin ku herkes tev li çalakiyên di pêşengtiya ciwanan de pêk were bibin.”
Endama Koordînasyona Komalên Ciwan Lêgerîn Artemetan jî girêdayê televîzyona Medya Haber bû wiha bang li ciwanan kir; ‘’Di destpêkê de li dijî tecrîda ku li ser Rêbertî tê meşandin berxwedana çalakiyên greva birçîbûnê ku di pêşengtiya Leyla Guven de destpêkir û ji aliyê zindanan ve, li Kurdistan û Ewrûpa berdewam dike silav dikin. Ev demek e li dijî tecrîdê çalaki berdewam dikin, banga me jî ji ciwanan re ewe ku ev çalakiyan bidomînin û bilindtir bikin. Dîsa bi vê re girêdayî di 20 çileyê de salvegera dagirkirina Efrînê ye. Bi ruhê berxwedana Efrînê, ruhê tolhildanê em li dijî tecrîd û dagirkeriya dewleta Tirk li ser piyan bin. Pêwîste em çalakiyên xwe yên di pêşengtiya ciwanan de were destpêkirin, di 19’ê Çileyê de li Ewrûpa û di 20 Çileyê de jî seranserî Kurdistanê berdewam bikin. Pêwîste em vê tecrîdê qebûl nekin. Em ê bejin ‘’Tecrîdê bişkînin, faşîzmê biruxînin û Kurdistan azad bikin’’ û li hemû qadan bin. Em soza ruxandina faşîzmê didin. Pêwîste hemû ciwan jî bi vê ruhê tev li çalakiyan bibin. Ne tene Ciwanên Kurd hemû ciwanên şoreşger, sosyalist û demokrat li dijî faşîzma Tirk di 19 û 20 Çileyê li qadan bin. Em faşîzmê têk bibin. Faşîzm tu car ewqas qels neketiye. Ji ber vê jî hemû ciwan li qadan bin. Berxwedana ku li zindanan di pêşengtiya rêheval Leyla Guven ve hatiye destpêkirin em bibin denge wan û bi derketina qadan faşizm têk bibin. Em wek ciwan pêwîste tecrîda li ser Rêber Apo tu carî qebûl nekin û bang li hemû ciwanan dikin ku derkevin qadan û berxwedanê mezin bikin.”