HDP ji bo balê bikişîne tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê îro saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk tîne.
AMED – HDP ji bo balê bikişîne tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê îro saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk tîne. Mîtîng bi herikîna qadan ji aliyê hezaran gel ve destpêkir. Bi sedan ciwan bi qorteja xwe ketin hundir.
HDP, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê dê îro saet ji 12:00’an ve li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê li dar dixe. Mîtîng dê heta saet 16:00’an dewam bike. Dê Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan tev li mîtîngê bibin û biaxivin. Dê di axaftinan de der barê tecrîdkirina Ocalan, hevdîtina malbatê ya di 12’ê çileyê de, çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û girtiyan de peyamên girîng bên dayîn.