Di meşa şoreşê 23 salê de pênasekirina Armanc ked, rêgez, giyana radîqal, hersa tolhildanê, axaftina zelal û hezkirina hundîrin herikandina derdorê xwe ye. Ji zagrosan bigire heya Botan’ê axekî, dolekî, ku pê lê nekiriye bernedaye û ji her cihê ku çûye qasê xweşikiya êşan jî ceribandiye; Endama Komîteya Navendî ya PKK, di heman demê de Endama Konseya Fermadartiya HPG û YJA-STAR’ê Amanc Goşkar, di 3’ê Tirmihê 2018 de bû hewrêyê stêrkan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Armanc Goşkar (Suna Kizilkaya) di sala 1975 de li navçeya Muş Gimgim’ê li gundê Emaran hate dinê. Hêj di emrê xwe ya zaroktî de bi hezkirin, Zirektî, meraq û şadbûna xwe bû rêheval û candaşa herkesî. Ya rast dema ji bo amadekariya zaningehê çû Meletî li wir êdî hêdî hêdî nêzê dibistana jiyanê. Armanc Goşkar, di Zaningeha 19 Mayis ê Samsun’ê di beşa Wêjeyê de heya sala 3’an xwend û di sala 1993’an de tevli Tevgera Azadiyê Kurdistanê bû. Armanc Goşkar ji wê rojê şunde xwe bi gotinên ”Remza bi 3 tîpan. Cihê ku digihêje bi xwe re dibe, qirêjahiyan paqij dike, xirabiyan bi herikandinê xwe ve têk dibe, çemekî paqij ku diherike behrên mezin” Tevgera Azadiya Kurdistanê ve pênase dike. Di dema di nav Tevgera Ciwanên Xwendekaran de bi kelecanek ku niqare herikandina xwe bide sekinandin xwe pênase dike. Armanc Goşkar di sala 1994’an de li girtigeha Enqere dîmîne. Lê ev hestên wê yê têkoşînê bilndtir dike.
Armanc Goşkar piştê tev li Tevgera Azadiyê dibe ji perwerdehiya Rêbertî derbas bûye û bûye yek ji wan gerillayekî ku ên ku Rêberê Gelan Abdullah Ocalan misyonek daye wê. Bi danheviya xwe ya îdeolojîk, tecrubeya rêxistinî, kesayetiya şervanî û fermandariya serfiraziyê re li hemû qadên têkoşînê bûye xwediya tevlêbûneke xurt. Fermandar Armanc Goşkar li çiyayên Kurdistanê bi bîr û baweriyeke mezin têkoşîna gerîla dide meşandin. Têkoşîna wê ya gerîlatiyê ya ku li Zagrosan dest pê kiribû, peywirên fermandariya Qada Botan û Zagrosê jî domandiye. Armanc Goşkar hema hema di hemû karên Rêxistinê de cihê xwe digire. Ciwan, Çapemenî, Bîrdozî, Leşkerî hemû dibin qada wî. Her cihê ku diçe ji hezkirin û kelacanê xwe perçeyek tevli jiyanê dike.
Armanc Goşkar ji bo pey şopa Egîd, Nûda, Erdal bikeve tev li bihareke botanê a evîndar bû. Bayên tapikê Zagrosê ew sparte xweşikiya Cûdiyê. Dema wek evîndarê gel ê terwende tiştên ku Zagrosa jiyan kirî di nav dilê xwe de pêçaye û ketiye rêya Botanê digot “dilê min bi kelecan û rumetê diavêje û ber bi koka dîroka me dimeşim”. Cûdî, Gabar, Besta’yê gelek tişt dane wî. Ewî jî 5 sala hêz da rêhevalê xwe yên Botanê. Rêhevaltiya Çiyager, Zerya, Nucanê kir. Li hember sir û seqemê bi rûmeta tezîbûna rêhevala Ekîn a li Gimgimê şerê xweparastinê de şehîd ket xwe pêça.Baweriya serkeftinê ya zarokê Botanê ên qehreman Asya Yuksel û Mehmet Tunç “em qet serî natewînin” hembêz kir. Di payîza 2016’an de dîsa derbasî Başûrê Kurdistanê bû.Di sê Tîrmeh 2018’an de bi aliyê bombebaran a balafirên dewlete Tirk şehîd ket. Rêhevaltiya wî ya kûr, qedrê dida hezkiriyê xwe, parvekirina hezkirina xwe, bi nêzikatiya wî ya rêhevalan ve bibîrame de, dilê gelê xwe û rêhevala de cih girt.