Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser bajarê Minbicê şermezar kirin.
Minbic- Bi dehan endamên Meclisa Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan ên Minbicê û gundên wê li pêşiya xwaringeha Qesir El-Umraa ya li navenda bajêr ku roja çarşemê teqîn lê pêk hat, kom bûn.
Ciwanan pankartên li ser nivîsa “Bi îradeya jinên ciwan em ê dagirkeriyê hilweşînin, em dizanin kê em kuştin û me soza tolhildanê daye” rakirin. Her wiha wênyên qurbaniyên teqînê û alên Meclisa Jinên Ciwan û Meclisa Ciwanan hildan.Daxuyanî ji aliyê endamê Meclisa Ciwanan Tirkî Finoş ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi navê Meclisa Ciwanan û Jinên Ciwan ên Minbicê û gundên wê û li vî cihê ku yek ji komkujiyên herî qirêjî lê hatin kirin ku tê de sivîl û leşker şehîd bûn, em disekinin û bang li civaka navneteweyî û cîhanê dikin ku sînorekî ji bo êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka me û derheqê sivîlan de were dayin.
Em her tim dibînin ku dema îstîqrar û ewlehî ji gelê me re pêk tê, dagirkeriya dewleta Tirk tevlîheviyê û tirsê dixe nava dilê sivîlan de. Li ser vî esasî û ji vir em nameyekê ji dagirkerê Erdogan re dişînin û dibêjin ku çi qas karên qirêj bike, em ji rêya têkoşînê venagerin heta ku projeya neteweya demokratîk li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş di nava hemû pêkhateyan de pêk were.
Di dawiya axaftia xwe de wiha anîn e ziman, em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û hemû birîdaran silav dikin.”