Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan Ciwanên Kurd bi xwe înîsiyatîf înîsaytîf girtin û li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî li darxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelan Abdulah Ocalan Ciwanên Kurd bi xwe înîsiyatîf înîsaytîf girtin û li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî li darxistin. Di Çalakiyan de 7 wesayît ji aliyê Ciwanan ve hatiye şewitandin.
Amed
Di dîroka 12ê Çileyê de di seatê derdorê 02:00 de ji aliyê ciwanan ve di taxa Altiok a Bîsmîlê wesayîtek hatiye şewitandin. Wesayît bi giştî îmha bûye.
Aydin
Di dîroka 7 ê Çileyê de li navçeya Nazîllî wesayîta M.R.E. ji aliyê ciwanan ve hatiye şewitandin. Wesayit bi giştî îmha bûye.
Di 14 ê Çileyê de di seatê 04:10 de di taxa Sûkê de wesayita namzeta Serokê şaredariya AKP ji aliyê Ciwanan ve hatiye şewitandin. Di Wesayîtê de ziyanekî mezin pêkhatiye.
Kutahya
Di 12 Çileyê de di seatên 01:20 an de li navçeya Emet wesayîtekî ya ku aîdê kesê bi navê A.B ye ji aliyê ciwanan ve hatiye şewitandin. Di wesayîtê de ziyanekî giran pêk hatiye.
Karabuk
Di 12 ê Çileyê de di seatên ber bi êvarê de di taxa Yeşîlê mînîbusek aîdê Aydin M. ye hatiye şewitandin. Mînîbus bi giştî îmha bûye.
Duzce
Di dîroka 4 ê Çileyê de di seatên êvarê ji aliyê ciwanan ve 2 wesayît hatiye şewitandin. Her du wesayît jî îmha bûye.