Li Girê Spî konê mertalên zindî yê li dijî gefên dagirkeriya deweleta Tirk a dagirker hatî vedan di roja 36’an de berdewam e. Di çalakiya mertalên zindî de hat gotin ku ew ê li dijî siyasetên dagirkeriya dewleta Tirk, berxwedanê bidomînin
GIRÊ SPÎ-Konê çalakiya mertalên zindî ya Girê Spî ku li taxa El- Minbitih, di roja 36’emîn de berdewam e. Her roj gelek şênî serdana konê çalakiyê dikin. Îro jî Yekîtiya Jinên Ciwan serdana kon kirin. Yekîtiya Jinên ciwan ji bo piştgiriya xwe bi Hevseroka KCD`ê Leyla Guven ku di roja 73`an greva birçîbûnê de ye û nerazîbûna xwe ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Gelan Abdullah Ocalan, daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê endama yekîtiya jinên ciwan Hîba Cewher ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Jin di nêrîna Rêber Gelan Abdullah Ocalan de sembola jiyana azad e. Em wek jinên azad li ser rêya tekoşînê bi rih û îradeya tekoşer Leyla Guven û sekna wê li hember siyastên dagirkeriya dewleta Tirkiyê dimeşin.
Em wek jinên ciwan tecrîda li ser Rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan şermezar dikin, em ê heta dawiyê tekoşînê bikin û zindana îmralî bişkînin. Li ser vî esasî em piştgiriya xwe bi heval Leyla Guven re nîşan didin.
Jinan îradeya rast derxist û agir bi xwe xistin, bûn finda azadiyê û rêya nifşên pêşerojê ronî dike û nîşan da ku ew desthilatdariyê qebûl nakin.”
Çalakî bi beşdarbûna şêniyên Girê Spî berdewam dike.