Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriye li ser salvegera yekemîn a dagirkirina Efrîn’ê daxuyaniyek weşand.
NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger a Suriye li ser salvegera yekemîn a dagirkirina Efrîn’ê daxuyaniyek weşand. Her wiha Tevgera Ciwanên Şoreşger bal kişand li ser tecrîda giran a Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û berxwedana ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven pêşengtiya wî dike û banga tev li bûna çalakiyên 20’ê Çileyê.
Daxuyanî wiha ye:
Di sedsala 21. de, ji bo ku Şoreşa Rojavayê ku baweriya civakek Demokratîk û Azad afirand radest bigrin, êrîşên hêzên navnateweyî û hevkarên wan ên herêmê her ku diçe firehtir û kûrtir dibe. Ev 8 salan, berdêlên mezin hate dayîn û bi fedakarî û lehengiyê ve Şoreşa Rojavayê ku di xeta paradîgmaya Rêber APO de ye, ji bo gelên Kurdistan û cîhanê bû hêviya jiyana nû. Bi pêşengiya ciwanên şoreşger û welatparêz ve Şoreşa me ya Rojava, coş û kelecanek mezin derxist holê û niha jî bi êrîşên ser xetên Minbîc, Girê Spî, Kobanê û Serêkaniyê ve dixwazin bifetisînin. Çawa ku di destpêka Şoreşa Rojava de Ciwanên Şoreşgerê ya Kurdistanê herikîn ber bi şoreş û qadan, dîsa wê biherikin qadan.
Çalakiyên greva birçîbûyînê ku ji ber protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi giyana 14‘ê Tirmehê ve bi pêşengiya Hevseroka KCDê Leyla Guven dest pê kiribû, niha li Kurdistanê û cîhanê berbelav dibe. Divê ciwanên Kurdistanê, li hemberî van çalakiyan hestiyar bibin û li qada ku lê ne divê çalakî mezintir bikin.
Di 20‘ê Çileyê de, ango di roja salvegera dagirkirina Rojavayê de, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ya Rojava û Bakurê Suriyê, bi bibîryariya “ Efrînê ji nû ve azad bikin“ li qadan bibin. Bi şiyara “Ji Bo ku Tecrîdê Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin, Kurdistanê Azad Bikin Serî Hilde“ starta rêzeçalakiyên xwe didin. Li ser vî esasî, divê ciwanên şoreşger û welatparêz ya Rojava û Bakurê Surî, bi giyana seferberiyê li meydanan, li kolanan bibin û pêşengiyê bikin.