HDP ji bo balê bikişîne tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê îro saet di 12:00’an de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîng pêk anî. Di mîtîngê de nameya Leyla Guven hat xwendin û siyasetmedar axifîn. Mîtîng bi konserê dawî bû.
AMED – HDP, ji bo balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û çalakiyên greva birçîbûnê dê îro saet ji 12:00’an ve li Qada Îstasyonê ya Amedê bi dirûşma “Demokrasî, Aştî û Azadî” mîtîngekê li dar xist. Mîtîng di saet 16:00’an de bi dawî bû. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan û Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan tev li mîtîngê bûn û peyamên xwe anî ziman. Di mîtîngê de nameya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji alî Parlementerê Ciwan yê Amedê Dersîm Dag ve hat xwendin.
Girseya li qada mîtîngê, bi berzkirina dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Leyla Guven rûmeta me ye” ji qadê derketin.