Balafirên şer yên dagirkeriya dewleta Tirk di van kêliyan de derdora gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Li gorî agahiyên ji herêmê hatine standin, balafirên şer yên dewleta Tirk gundê Enzê yê Binarê Qendîlê bombebaran dikin. Li gorî zanyariyan bombebaran balafiran a li herêmê berdewam dike. Nayê zanîn bê ka di encama êrîşa balafiran de ziyan bi kesê ketiye yan ne.