Li ser meşa sibe Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek nivîskî weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike. Nerazîbunên dijî dagirkeriyê jî her ku diçin zêde dibin. Bi vê boneyê sibe Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer li parka Baxê Giştî a Silêmaniyê kom dibin û li dijî dagirkeriyê dimeşin.
Li ser meşa sibe Komeleya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer daxuyaniyek nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dagirkeriya li ser Kurdistanê ya ji aliyê dewletên ji derve ku bi piştgiriya dewleta Tirkiyeyê tê kirin, berdewam dike. Daxuyanî wiha domkir: “Li Bakurê Kurdistanê rojane kesên ku azadiyê dixwazin tên girtin. Dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê jî rojane baregehên xwe zêde dikin û êrîşên gund û navçeyên Başûr dike. Dewleta Tirk li Rojavayê Kurdistanê jî naxwaze Kurd bi azad bijîn. Ji bo vê ji serê şoreşa Rojava heya niha, dewleta Tirk dixwaze destkeftiyên gelê Kurd ji holê rake.”
Ciwanan banga tevlîbuna meşa dijî dagirkeriyê kirin û daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bang li hemu gel, ciwan û jinan dikin daku tevlî meşa li dijî dagirkeriya li ser Kurdistan û Efrînê bibin. Em weke Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer, bi navê pêngava ‘Serî Hilde’ dibêjin heya ku dagirkerî dewam bike, emê têkoşîna xwe bilind bikin û bi berxwedanê bigihin serkeftinê.”