Li seranserî Ewrûpa, Ciwanên Kurd ji bo ” Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê birûxîne, Kurdistan azad bike” derketin kolanan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li seranserî Ewrûpa, Ciwanên Kurd ji bo ” Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê birûxîne, Kurdistan azad bike” derketin kolanan. Ji hemû qadan dîmen û agahiyên serhildana ciwanan digihêje ajansa me. Meşên ku di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad ve pêk tê li dijî tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya Leyla Guven û çalakvanên din tê kirin.
GAVLE
Îro li Gavlê Tevgera Ciwanên şoreşger jibo Leyla Guven u çalakvanên greva birçîbunê mîtîngek lidarxistin. Di mîtîngê de axaftina serî endamê meclîsa gel jin Hajo kir. Hajo li ser tecrîta Rêberê Gelan Abdullah Ocalan u rewşa Leyla Guven hin tişt anîn ziman u got jiber ku rewşekî ne veger em bijîn divê em têkevin nav tekoşînekê. Di mîtîngê de nameya Leyla Guven hat xwendin. Axaftina dawî li ser navê Tevgera Ciwanên şoreşger Zerdeşt Hewlêrî kir. Hewlêrî got ku ciwan ji bo xwestekên Leyla Guven pêk bînin jibo her tiştê amadene U heta tecrîda li ser serokatî ranebe emê li qadan bin.
RENNES
Li bajarê Rennes ê Fransa meşa ku hate kirin bi hezaran kes tevlî bûn. Meşa ku têde polîtîkayên qirkirinê û tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin, hate gotin daxwazên Leyal Guven daxwazên wan in. Di çalakiyê de peyama ‘Heta faşîzmim bidawî nebin em ê li qadan bin’ hate dayîn.
BREMEN
Li bajarê Bremen ê Elmanyayê jî bi tevlîbûna sedan Kurdistaniyan meşek û mîtîngek hate kirin. Meşa ji pêşiya HBF’ê hate kirin bal hate kişandina ser rewşa Guven. Di meşê de dirûşma ‘Tecrîdê bi dawî bikin, faşîzmê hilweşînin û Rêber Apo azad bikin’ hate qîrkirin.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî bi heman armancê bi sedan kes daktin qadan û tecrîd protestokirin.
Di çalakiya de dirûşmên ku piştgiriyê didin Guven hatin qîrikirin û tecrîd hate protestokirin.
Stuttgart
Li stuttgarta bajarê Almanyayê nêzê 2000 Kurdistanî u enternasyonalîst li pêşiya avahiya konsolosiya dewleta tirka dagirker hatin gel hev. 500 ciwanên girêdayî Tevgera Ciwanên şoreşger u jinên ciwan ên azad pêşentiya meşê kirin. Di meşê de 2 çalakker hatin binçavkirin lê bi sekna çalakvanan a bi biryardarî çalakvan serbest hat berdan . Jiber sedema binçavkirinê ne diyarbû nêzî 50-60 ciwan li stuttgartê çalakiya bêîtaetiya sivîl pêk anîn.
Ciwanan di çalakiyê de diruşmên ”Bijî Serok Apo”, ”Leyla Guven rumeta me ye”, ”Bêserok jiyan nabe” berz kirin.
Lozan
Li bajarê Swîsre Lozan’ê bi sedan ciwan û enternasyonalîst li qada Riponne kom bûn. Û li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya Leyla Guven dengê xwe bilind kirin.
SWÊD-Borlange
Li bajarê Swêd Borlange endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Kurdistaniyan hatin gel hel hev. Ji bo tecrîda giran li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û ji bo piştgiriya .alakiya Leyla Guven a ku 73 roje didome û ji bo çalakvanên Hewlêr, Galler, Strasbourg, Kanada û Zindanan çalakiyek lidar xistin.
Meş di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên Azad de pêk hat. Meş ji Centrum’ê heya Kobulenê berdewam kir. Meş bi şiyara Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê birûxîne, Kurdistan azad bike ve pêk hat.
Köln
Li Kolnê di pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger de bi sedan kes li dijî tecrîdê û ji bo piştgiriya çalakiya Leyla Guven derketin qadan. Ruxmê ku polês nehêşt çalakvanan bimeşe jî girse belav nebû Çalakî bi mîtîngekî ve didome. Ciwanan dirûşmên Leyla Guven rumeta me ye, Jin, Jiyan, Azadî û Ciwan fedaîyê Rêber Apo ne berz kirin.