Xwendekarên Zanîngehê ya Hewlêrê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger re banga tevlîbûneke girseyî ji meşa ber bi komîseriya NY ve gel, partî, rêxistin, çalakger û saziyên sivîl kirin.
Hewlêr-Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û piştgiriya bi berxwedêrên greva birçîbûnê Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven, Nasir Yagiz, girtiyên di greva birçîbûnê de û çalakgerên strastbourgê wê xwendekarên Zanîngehê yên Hewlêrê meşeke girseyî lidar bixin.
Komîteya amadekar a Xwendekarên Zanîngehê ji bo meşa girseyî ya berbi komîseriya NY ya Hewlêrê ve, banga tevlîbûneke xurt kirin. Komîteya amadekar a çalakiyê bang li gelê Hewlêrê yê welatparêz, ciwanan, partî, rêxistin, çalakger û saziyên sivîl kir ku bi tevlîbûna meşê piştgiriyê bidin berxwedêrên greva birçîbûnê.
Meşvan wê saet 15.00’an li ber Daîreya Îqamê (Sadaf Mobilya) kom bibin û berbi Komîseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê ve bimeşin.Çalakger wê li ber Komîseriya NY daxwazên xwe bînin ziman û daxuyanî were dayîn.Çalakiya Leyla Guven di roja 73’an de ye û çalakiya Nasir Yagiz ya li Hewlêrê jî di roja 60’an de ye.