Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyê bi navê Huseyîn Yildiz ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan dest bi greva birçîbûnê bêdem û bêdorveger.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li bajarê Den Haag ê Hollandayê Kurdistaniyê bi navê Huseyîn Yildiz ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, azadî, ewlehî û tenduristiya wî kete grevê.
Yildiz ê diyar kir ku heta tecrîd bidawî bibe wê çalakiya xwe bidomîne got: “Bi sedê salan e tên qetilkirin, zilim û zext tên kirin. Çalakiyên bi pêşengtiya Leyla Guven hatine destpêkirin hem ji bo azadiya Birêz Ocalan û hem jî ji bo azadiya Kurdistan û hesab xwestina sed salî ye.”