NAVENDA NÛÇEYAN
Dîsa tîryakên ku vexwartin an jî kêşandina wan li her derê qedexe ne ( wek tîryak, eroîn, qoqaîn û hwd.) û him ji aliyê giyaniyê ve him jî ji aliyê fîzîkî ve mirov dixe nava xirabiyê û ji civak qut dike, li Kurdistanê hatine serbestkirin û ji bo berbelavbûyîna tîryakan jî di nava livûtevgerê de ne. Li ber deriyên dibistanê jî tîryak, ji ciwanan re, bi destê endamên şerê teybet ve tên dayîn. Dixwazin ciwanan binivînin. Kesên ku tên nivandin, di heman wextê de kesên berbendî ne jî. Yê ku benê digre jî, pergala ku dixwaze ciwan hînî tîryakan bike û ciwan berbendî xwe û tîryakan dike ye. Ji ber vê di cihên ku welatparêzî bi pêş ketiye de tora tîryakan jî zêde ne. Rejîma şerê teybet, ji bo ku ciwan bala xwe nedin têkoşîna azadiyê, rasterast ciwanên welatparêz hedef digre. Li dora tora tîryakê, ciwanan him ji aliyekî dikin çete, him jî ji aliyekî tên tevizandin. Ji bo ku li metropalan taxên berxwedêr bikin hêlîna tîryakan, endamên MÎTê yek bi yek hatine peywirdarkirin. Di pêvajoya dawî de, yên ku bi bikaranîna bonzaî re mirine sedî nod ciwanên Kurdistanê ne. Kelehên berxwedanê, bi riya polîtîqayên tîryakê ve hêlîna beredayiyan û hêlîna ciwanên ku hişên wan hatine tevizandinê dibe. Rejîma şerê teybet, ji ber ku bi çekên tundê ve nikare encamek bigre, lewma çeka tîryakê bi kar tîne û bi vî awayî jî heya li şaneyên ciwanan dikeve û giyana ciwanan ya çalak dike peykerek beton.
Pergala sermiyandar tu caran ciwanên rewşenbîr naxwaze. Hebûna ciwanên rewşenbîr yan nîv rewşenbîran tirsa wê ye herî mezin e. Ciwanên dixwînin û xwe ji her alî ve pêş dixin her tiştî pirsiyar dike. Cihê ku tê de ye, civakê, pirsgirêkên heyî, dewletê… çi hebe dixe sefoka pirsiyariyê. Çiqas pirsiyar dike ewqas li alternatîvên xwe pêş ve dibe û hemberî pergalê radibe. Tevahiya enerjiya xwe bi vê serf dike. Xizmet ji pergalê re nake. Heya dînamît dixe qurmê pergala riziyayî û pergaleke azadîxwaz û demokratîk ava dike. Bê guman pergala pêşbîn jî ji bo rastî pirsgirêkên wisa neyê jî hewl dide ku ciwanan li gorî mufredata xwe perwerde dike. Wan sewqê ji berkirinê dike û asoya wan teng dike. Hêza wan ya şîrovekirin û ya afirandinê dikuje. Ciwanan dixe xizmeta pergalê.
Pergala şerê taybet ji bo civakê bixe bin kontrola xwe û ji bo ‘welatiyên aqilane’ biafirîne, hêja ji zarokatiyê ve li ser pergela perwerdehiyê pir û awayekî dûvdirêjî disekine. Saziyên perwerdeyê yên li Kurdistanê kargehên navendên bişaftinê, bêrihbûnê yanê ji dûrketina nijada xwe û rastiyên xwe ne û hewl didin ku ciwanan bixin karmendên pergalê. Ciwanên ku li ser navê perwerdeyê dikevin van kargehên bişaftinê ji her cure berxwedariyan tên sefandin. Heya ciwan nasnameya xwe ya çandî û civakî wenda bike jî dewama van rêbazên perwerdehîyê dikin. Ciwanên ku nasnameya xwe wenda dikin êdî ji bo wan bê zirar in û dibin kûçikên dewletê yên bê hefsar. Di van demên dawîn de ji bo zûtir û ji zarokatiyê ve dest bi bi tirkkirina mirovan bikin, temenê perwerdehiyê kirin çar (4) salî. Ji ber ku bişavtina zarokên 4 salî hêsan û mayînde ye temenê perwerdehiya seretayî kirine çar (4) salî. Wekî din jî berê ku digotin ‘keçno bên dibistanê’ û mecbirkirina çûna dibistanê jî ne ji bo ciwanên bîrdar biafirînin bû. Berevajkî armanca van rêbazan afirandina ciwanên kedîkirî bû. Dîsa ji bo ciwanan bikêşin van kargehên ku ji bo qirkirina kurdan hatine amadekirin dana sozên ji bo kar û pîşe û ayende tev xapandin in. Bi vî awayî ji xwe re kirine armanc ku ciwan mihtacê pergalê bibin û bendewarê pergalê bin. Bi tenê li stenbolê hebûna ,83 zanîngehan ne ji bo ku ciwan xwe ji aliyê pîşeyî ve pêş bixin û pêdiviyên xwe yên aborî bidest bixin hatine vekirin. Her wiha rewşeke ku ji bo pêşveçûna ciwanan ji aliyê pîşesaziyê ve û ji bo sazkirina aboriyê tune. Di vir de hevrikîyeke ji bo karmendîya xulamtî ya pergalê heye. Bi vê awayê pergal hem ji bo meşandina xebatên xwe berpirsan diafirîne û hem jî vê rewşê dixe rewşeke pêşbazî û bi milyonan ciwanan bendewarê xwe dihêle. Wekî din çawa dikare bi milyonan ciwanan bihêle bendewarê xwe. Wateya van saziyên perwerdeyê jî ji bo kurdan rasterast qirkirin e. Di vê pergala perwerdehiyê de li ser bîra dîrokî ya çelexwarî disekinin û dikin armanc ku ciwanan bê reh bikin. Bîra dîrokî ew e ku mirov zanînan li gorî rastiyên dîrokê hîn bibe û bi vê jî îro ya xwe û ayendeya xwe birêxistin bike. Dizanin ku ciwanên hay ji zanînên dîroka rastî hene bi dek û dolaban bixapînin û keda wan bixwin lewma ew jî dîrokê ditewişînin û armanc dikin ku ciwanên ku haya wan ji dîroka wan tune biafirînin. Ciwanên hay ji dîroka xwe nîn in, yên hatine bişaftin ji rihê xwe hatine qetandin. Pergal jî ciwanên wisa ji rihê xwe qetiyane dixwaze. Ciwanên ku ji çanda xwe ya bi nirx şerm dikin, afirînekên van saziyên perwerdeyê ne. Mixabin ku malbat bi sefseteya ku ji bo zarokên wan bibin xwedî kar û xwedî pîşe, ji bo ewlehiya ayendeya wan ciwanên kurd dişînin van navendên qirkirina kurdan û ji bo vê yekê jî her tiştên xwe bikartînin û ev jî dibe nîşaneya serkeftina pergala şer. Li Kurdistanê ciwanan bi zanebûn bê kar dihêlin. Bi pêkanîna artêşa ciwanên bê kar jî ciwan dibin bendewarên pergalê. Hinek ciwanan bi vî awayî dikşînin hinek tevgerên mîna dizî, qeşmerî, tolazî ku ji exlaqê dûr in û destûra jiyînê nadin hinekan jî û wan ji qenciyên xwezayê bêpar dihêlin û wan li ber mirinê dihêlin. Bi her du awayan jî ciwan nikarin rastî rojeva xwe bên û tevlî bibin. Heya bi bandordarbûna nenêrî jî zirar didin civaka xwe jî.
Dawî Bû.
Baran Mawa