Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo çalakiya Leyla Guven meşek li darxistin, bi tevlîbûna hemû Ciwanên Helebê.
HELEB-Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo çalakiya Leyla Guven meşek li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û ji bo çalakiya Leyla Guven meşek li darxistin, bi tevlîbûna hemû Ciwanên Helebê meş ji navenda ciwanên şoreşger ên suriyayê dest pêkir heta navenda ciwanên şoreşger, her wiha axaftin ji aliyê endama jinên ciwan Kelşan Elî ve hate kirin.
Kelşan wiha anî ziman;Bi boneya salvegera berxwedana Efrînê em dagirkeriya dewleta Tirk şermezardikin û bangî tevahî dewletên derve û mafên mirovan ku werin êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser Rojhilata navîn û berxwedaniya gelê kurd bibînin.
Di heman de bi navê Ciwanên Şoreşger Tolhildan Efrîn bangewazî kir; Em wek Ciwanên Şoreşger ên Suriya dagirkeriya dewleta Tirk şermezardikin û sozdidin ku dagirkeriya Tirkiyê ji xaka derxînin, emê berxwedana xwe mezintir bikin bi hêza Ciwanên tekoşer.
Meş bi siloganên “Bijî berxwedana Efrîn bimre faşîsta Tirk” bi dawî bû.