NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo piştgirîdayîna grevên birçîbûyîne ku bi pêşengiya Leyla Guven li hemberî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû dest pê kirin, Meclîsa Ciwanên HDPê Kurdistanê û gelek metropolên Tirkiyeyê çalakiya meşê li dar xistin.
BISMÎL
Meclîsa Ciwanên HDPê, bi diruşmeyên “ Em ê Bi Berxwedanê Biserkevin“ û “ Leyla Guven Rûmeta Me ye“ meşiyan.
YENÎŞEHÎR
Endamên Meclîsa Ciwanên HDPê, bi diruşmeyên “ Bijî Berxwedana Zindanan“ û “ Girtiyên Siyasî Rûmeta Me ne “ ve meşiyan. Hemwelatiyên herêmê jî bi çalakiya dengderxistinê piştgirî dan çalakiya meşê.
DÊRSIM
Endamên Meclîsa Ciwanên HDPê, bi diruşmeyên “ Leyla Guven Ne Tenê ye “, “ Bijî Berxwedana Zindanan “ û “ Em ê Bi Berxwedanê Biserkevin “ meşiyan.