Navenda Ragihandina Yekineyên Parastina Gel bi daxuyaniyekî nasnameya 8 şervanê ku şehîd ketine eşkere kir.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandina Yekineyên Parastina Gel bi daxuyaniyekî nasnameya 8 şervanên xwe yê 2014’an de li Kobanê û Serekniyê şehîd ketine eşkere kir.
Daxuyaniya YPG wiha ye:
Sala 2014, di serî de li Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê, li herêmên weke Serêkaniyê û Kobanî jî ji bo Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin bû saleke berxwedanê ya mezin. Dewleta Tirk a dagirker û terora DAIŞ’ê ya ku wê rasterast piştgirî da û meşand, nirxên şoreşê yên ku gelê me ji sala 2012’an vir ve ku gelê me bi kedeke mezin bidest xist hewl dan birûxînin, li ser vê esasê li pêş çavên hemû cîhanê êrîşkariya xwe li hember gelan pêk anî. Li hember vê êrîşkariya dewleta Tirk a dagirker ku îmhakirina gelên herêmê ji xwe re dikir hedef, ji hemû parçeyên Kurdistanê, wêrektirîn keç û xortên welat berê xwe dan çeperên berxwedanê û di refên şer de bi awayekî bê tirs cîh girtin. Bêguman ev destanên lehengiyê, bi keda ew qehremanên ku bi wêrekî û bê tirs cîhên xwe di berxwedanê de girtin û bi awayekî fedaiyane şer kirin, pêkan bû. Hevrêyên me Brusk, Cudî Botan, Cudî Welat, Erdal, Eser, Rizgar, Serhildan û Şoreş di şer û berxwedanên ku li Kobanê û Serêkaniyê de şehîd ketin. Em agahiyên nasnameyên van rêhevalên xwe yên ku nasnameya wan nû zelal bûye, bi raya giştî re parve dikin.
Nasnameyên pakrewanên me yên şehîd wiha ne;
Nasnav: Brusk Faraşîn
Nav û Paşnav: Faruk Karabulut
Navê Dayikê: Asya
Navê Bav: Mehmet Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Wan
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 19’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Cudî Botan
Nav û Paşnav: Qadrî Bozkurt
Navê Dayikê: Feyruz
Navê Bav: Ehmed
Cihê Ji Dayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 7’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Cudî Welat
Nav û Paşnav: Vedat Subaşi
Navê Dayikê: Mehrînaz
Navê Bav: Sevdîn
Cihê Ji Dayikbûnê: Muş
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 13’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Erdal Gûven
Nav û Paşnav: Ferhad Dîkîcî
Navê Dayikê: Ruskal
Navê Bav: Şakir
Cihê Ji Dayikbûnê: Amed
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 30’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Eser Merîwan
Nav û Paşnav: Beyan Ehmedî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Mehmûd
Cihê Ji Dayikbûnê: Merîwan
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 15’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Rizgar Mardîn
Nav û Paşnav: Ercan Kavak
Navê Dayikê: Halîme
Navê Bav: Faysal
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / 25’ê Mijdarê 2014
Nasnav: Serhildan Kotol
Nav û Paşnav: Eyûb Keremanî
Navê Dayikê: Fatma
Navê Bav: Behrî
Cihê Ji Dayikbûnê: Xoy
Cih û Dîroka Şehadetê: Kobanê / Mijdara 2014’an
Nasnav: Şoreş Dêrik
Nav û Paşnav: Mazlum Koça
Navê Dayikê: Bedîha
Navê Bav: Mehmet Salih
Cihê Ji Dayikbûnê: Mêrdîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Serêkaniyê / 12’ê Mijdarê 2014
Em di kesayeta 8 rêhevalên xwe yên ku li Berxwedana Kobanê û Serêkaniyê gihîştin şehadetê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên me û gelê me yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Têkoşîna azadiyê ku şehîdên me meşandin û gihandin vê astê em soza xwe nû dikin ku bi serkeftinê re tacîdar bikin.