Li Rojhilatê Kurdistan’ê zext û zilmên rejîma Îran’ê li ser Kurdan didom e. Ji aliyekî ve her roj kolber tên kuştin ji aliyekî din jî her roj Kurdên azadîxwaz tên binçav kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gorî malpera Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê (KHRN), roja Çarşemê (16’ê Çileyê), bi dehan endamên Îtilia’ata Îranê bi dorpêçkirina gundê dîrokî yê Nigil li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, êrîş birin ser mala du çalakgerên sivîl ên bi navê Awat Kerîmî û Serokê Meclîsa Gund Idrîs Mihemedî. Kerîmî û Mihemedî hatin destgîrkirin û birin cihekî nediyar. Her du çalakgerên navborî salên derbasbûyî beşdarî kampaniyayên temirandina agir û komkirina zibaleyên hawirdora gundê xwe bibûn.