Ji bo piştgiriya Leyla Guven îro Jinan dest bi meşa ber bi zindana Amed’ê ve kirin. Lê polêsên dagirker êrişa jinan kiri û gelek jin hatin binçavkirin.
AMED – Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku bi armanca tecrîdkirina Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest pê kiriye di roja 74’emîn de berdewam dike.
Ji bo piştgiriya Leyla Guven îro Jinan dest bi meşa ber bi zindana Amed’ê ve kirin. Lê polêsên dagirker êrişa jinan kiri û gelek jin hatin binçavkirin.
Jinan nerazîbûn nîşanî êrîşa polîsan dan û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan. Li dijî êrîşa polîsan a bi ava şid û gaza îsotê, jinan demeke dirêj li ber girtîgehê li ber xwe dan.
Hate ragihandin, 20 jin hatine destgîrkirin. Ji jinên hatin destgîrkirin navê yên hatin hînbûn wiha ne: Seroka Komeleya Jinan a Roza Adalet Kaya, Berdevka Demkî ya Platforma Jinan a Amedê ya Dîcle Bahar Karakaş Ûlû, Ceylan Aslan, Gonul Adibellî û şêwirmedan Remziye Tosûn Gûrbet Ozer.