Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan di 18 û 19’ê Çileyê de li dijî baregehên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistin û di encam de zêdetirî 16 çete hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE), bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wan di 18 û 19’ê Çileyê de li dijî baregehên artêşa dewleta Tirk û çeteyên wê rêzeçalakî li dar xistin û di encam de zêdetirî 16 çete hatin kuştin.
Daxuyanî wiha ye;
“Di salvegera yekemîn a êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser herêma Efrînê de, hêzên me rêzeçalakiyên bi bandor li dijî hejmarek baregehên çeteyan pêk anîn. Di encama van çalakiyan de zêdeyî 16 çeteyan hatin kuştin. Di derbarê van çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di dîroka 18’ê Çileyê de şervanên me, li gundê Xalta ya girêdayî Efrînê li dijî baregeha çeteyan çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de di navbera şervanên me û çeteyan de pevçûn derket. Di encama çalakî û pevçûnan de 2 çete hatin kuştin û 3 çete jî birîndar bûn. Di heman demê di berdewamiya vê çalakiyê de, şervanên me li dijî komek çeteyên girêdayî komên Sultan Murad û Cebhe El-Şamiyê dema ku kuştî û birînarên xwe rakirin ketin xefika şervanên me ya li ser rêya Tirindê. Di encam de 6 çete hatin kuştin.
2. Di dîroka 18’ê Çileyê de şervanên me, li dijî baregeheke koma çete ya Firqet El-Hemze ya li gundê Kîmarê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de yek jê serçete 4 çete hatin kuştin û 3 çete jî bi giranî birîndar bûn.
3. Di dîroka 18’ê Çileyê de li gundê Meryemînê ya girêdayî navçeya Şera şervanên me li dijî kombuneke çeteyan çalakiyeke taybet li dar xistin. Di encama çalakiyê de li gel ku windahiyên koma çete çêbûn jî, di derheqê hejmara wan de agahiyên zelal bi dest neketin.
4. Di dîroka 19’ê Çileyê de hêzên me li hember baregeheke koma çete ya bi navê Feylaq el-Rehman çalakiyek bi bandor pêk anîn. Di encama çalakiyê de 4 çete hatin kuştin, 2 çete jî brîndar bûn.