HPG; ”Artêşa TC a dagirker bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntara Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihişt hêzên me.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “19’ê Çileyê saet navbera 18:00-19:00, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Kalatuka û Girê Şehîd Savaş ên Qendîlê, gundê Mislokê yê Xakurkê û quntara Şikefta Birîndaran a Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê ti zerar negihişt hêzên me.”