Di salvegera dagirkirina Efrînê de ku ji aliyê Dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin, wek di salên 90‘an de li Bakurê Kurdistanê, li ser panzerên Almanan çawa ku êrîşê gel dikirin, li Efrînê jî dîmenên wisa derketin holê.
EFRÎN – Di salvegera dagirkirina Efrînê de dîmenên balkêş ketin ber kameraman. Dewleta Tirk a Dagirker û çeteyên wê, li navenda sûkê, li ser panzerên Almanan bi çekên giran re ketin ber kamerayan.
Îro serî sibê, cihê ku çeteyên girêdayî Dewleta Tirk a Dagirker lê ne teqînek mezin pêk hat. Da zanîn ku di encamê teqînê de bi dehan çete mirin û gelek çete jî birîndar bûne.
Piştî teqînê, mîna ku di salên 90‘an de, li Bakurê Kurdistsnê, Dewleta Tirk a Dagirker çawa bi êrîşê gel dikirin, îro jî heman dîmen li Efrînê ketin ber kamerayan.