Bi silogana “Em ê qiyametê rakin û serkeftinê misoger bikin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek li darxistin.
Girkê Legê- Bi silogana “Ji bo azadkirina kurdistan Serî Hilde” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Girkê Legê bi tevlîbûna bi sedan gelê herêmê bi boneya salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk çalakiyek li darxistin. Her wiha daxuyanî ji aliyê endama Zanîngeha Rojava Hêva Xelîl ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Tê zanîn ku dewleta faşîst a tirk bi alîkariya dewletên emperyalîst re 20 Çileya 2018 da êrîşê hêlina yekitiya gelan kir.Ew êrîş re, rû yê gelek hêza derket holê.Dîsa ev êrîş ra derket holê ku , hevaltiya rastî ;tene bi gelê herêm û hêzên azadî xwaz ra çê bibe.
Xwen û xeyala dagirkeran ew e ku tune buyina civaka azad.Ji bo ew xwen û xeyalên xweyi reş pêk binin her cûr re lêstik û komployên xwe li ser gelan ferz dikin.Ew xwen û xeyalan wan dîrokê da gelek caran di aliye gelan da hatiye binxistin .Lê belê her bin ketinê wan her çiqas berçava û eşkere bû jî , dîsa li ser gelek xapanoka xwestin ku xwe serkeftî nişan bidin.Lê belê hebûna gelan eşkera nîşan dike ku binketina dagirkerî teqez bibe.
Dagirkeran ji bo armancên xweyi rest pêk bînin 15 Sibata 1999 da Rêber gelan Rêber Apo bi komployeki navdewletî ra girtin.Ew 20 salan buyi da sekin û têkoşîna Rêber Apo bû hevi serkeftina xeta jiyana azad a hemû mirovahiyê.Hêzên dagirker dema ku dîtin, têkoşîna gelan bi fikr û felsefeya Rêber Apo re serkeftina xwe misoger dike 5 avrêl a 2015 da dîsa tecrîda li ser Rêber Apo giran kirin û hevdîtina wî a derve ra asteng kirin. Ew astengiya dagirker dixwest ku navbera Rêber Apo û gelan vekin.Lê belê bi berxwedana Rêbertî û gel re, ev planê hat vala derxistin. Li ser vê vala derketinê, dijmin xwest ku bi rêbaza dagirkerina Efrînê ra komplo encam bigre.Lê belê şehîdên berxwedana serdemê wek Arîn, Avêsta , Karker û Navdar,nehiştin ku dagirkerî bigêje armanca xwe.Sekna gelê Efrînê û Ciwanên wê, rojê me îro da jî, dibe tirsa dijmin û dibe hêviya rojên azad.
Salek derbasbuyi tê dîtin ku şervanên azadiyê li her bosta axê Efrînê ji bo dagirkerî dike goristan.Roj nîne ku çalakiya şervanên me li dijî dijmin çi nabe.Ev nîşan dide ku serkeftin a gelan, binketin a dagirkeran bibe.
Çawa ku di dîroka me de, berxwedana zindana Amedê bû hêza esasî a şoreşê, îro jî berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven û sedan rêhevalên me tê meşandin , bi tekoşîna 40 salan daafirandin jina azad nîşan dide û hêz dide hemî gelê me yê Kurd û tevahî gelen cîhanê. Taybet van rojan dawî da li herderê bilindkirina têkoşînê re, xwesteka azadkirina Rêberê me bigihêje serkeftinê.
Têkoşîna xeta azadî bi têkoşîna gelê azad re çê bibe.Ew jî bêtir bi xwe rêxistinkirin çê dibe. Bila her bajêr , her gund , her kolan her malbat xwe rêxistin bike û bibe hêza serkeftina xeta azadiyê. Taybetî ji Ciwanên welatparêz di vê pêvajoyê de bibe pêşengê serkeftinê. Ji şikandina tecrîdê , ruxandina faşîzmê û azad kirina axa welat, pêwîste her ciwan rabe ser piyan bi rûhê Serî hilde ra tevlî têkoşîna azadiyê bibe.